Wan.. Pirtûkxaneya Jinan a li ser avê hat vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, “Pirtûkxaneya Jinan” a ku ji keştiya protokolê ya nehatî bikaranîn hatiye çêkirin, bi merasîmeke girseyî hat vekirin.
Beriya vekirinê jinan bi muzîkê re govend girtin. Jinên ku bi zarokên xwe re tevlî vekirinê bûbûn bala kesan kişand, dayikên ku laçika spî li serê wan bû jî di govendê de cih girtin.
Di vekirinê de Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Neslîhan Şedal axivî û got: “Li her çar aliyên cihanê jin berxwe didin û têkoşîna xwe bi rêxistin dikin. Jin li van axan pêşengiya têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad dikin. Jin li hemberî siyasetên vî hiş û aqilê qirêj têkoşîna xwe mezin dike, bi mezinkirina hemû qadên xwe yên rêxistinî têkoşîna xwe didomîne.”
Neslîhan Şedal amaje jî da, “Em jî wek rêveberiyên herêmî, me soz dabû hevalên xwe yên jin; em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku her kuçe, her tax bibin qadên ku jin û zarok bikaribin tê de azad bijîn.”
Navbirî herwesa ragehand, “Ji roja ku em hatin ser rêveberiyê, me yek bi yek qadên jiyana azad vekirin. Di her saziya me ya ku tê vekirin de armanca me ya bingehîn ew e ku em bi hişmendî dîroka xwe ya veşartî derxin holê.”
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin tekez jî kir, “Em ê bi vê hişmendiyê bigihîjin jiyaneke azad. Pirtûkxaneya Jinan li hemû jinan pîroz be.”
K24