Dahata geştyarî ya Tirkiyeyê li beranberî sala borî ji sedê 8.3 zêde bûye
Dahata geştyarî ya Tirkiyeyê careke din rîkord şkand û li beranberî sala borî 8.3% zêde bûye.
Dezgeha Amarê ya Tirkiyeyê amarên girêdayî geştvaniyê yên sala 2024ê parve kirin. li dû wan amaran, par dahata geştvaniyê 61 milyar û 103 milyon û 419 hezar dolar bû, li beranberî sala 2023ê 8.3% zêde bûye.”
Herwesa dahata geştyaran 60 milyar û 497 milyon û 18 hezar dolar bû.
Li dû wê amarê, di sala 2024ê de 62 milyon û 232 hezar û 447 geştyaran serdana Tirkiyeyê kiriye.
Herwesa xerciya îsal ji bo kertê geştvaniyê, yanî wan welatiyên Tirkiyeyê serdana welatên din kiriye, 8.2% kêm bûye û bûye 7 milyar û 741 milyon û du hezar dolar.
K24