• Monday, 03 February 2025
logo

HEWLÊR - Hejar Zehawî şevbuhêrkek li dar xist

Gulan Media January 31, 2025 Hunerî
HEWLÊR - Hejar Zehawî şevbuhêrkek li dar xist

 Îşev hunermend Hejar Zehawî li Hewlêrê şevbuhêrkeke bi navê "Şeva Nayê Jibîrkirin" li dar xist.

Di şevbuhêrkê de muzîk û stranên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Germiyan, Dihok, Helebce û Hewraman hatin pêşkêşkirin.

Di şevbubêrka li Mala Zehawî ya Muzîkê (Zehawî Music House), Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, konsulên welatan ên li Herêma Kurdistanê Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û hejmarek kesayetî û hunermend beşdar bûn.

Her wiha Mala Zehawî ya Muzîkê dubare hat nasandin.

Hejar Zehawî di destpêka şevbuhêrkê de got: "Çîroka Mala Muzîkê ya Zehawî bi kurtî sala 2021ê dest pê kir.

 Armanc ew bû ku maleke muzîkê li Kurdistanê ava bikim ku bikaribe Kurdî be û pêşengiyê bide hunermendên Kurd, her wiha navneteweyî jî be.

Karê min di muzîkê de ji temenê 15 saliyê dest pê kir. Ji wê demê ve min def lêdixist."

Di şevbuhêrkê de çend defjenên ku du ji wan jin bûn û ji Silêmaniyê hatibûn beşdar bûn. Hejar Zehawî li ser girîngiya defê di çanda Kurdî û muzîkê de axivî.

“Def li nav Kurdan pîroz e”

Zehawî behsa defa Kurdî kir û wiha got,

"Li Brezîlya, Îrlenda û Asyaya Navîn defê çarçoveyî heye lê defê Kurdî sade ye, ji çerm û zincîrên metalî pêk tê.

Ya ku vê amûrê taybet dike teknîka lêdana wê ye. Dema ku em lê didin em hildibirin.

Tu vê yekê di cureyên din ên defên çarçoveyî yên li cîhanê de nabînî. Def di çanda me de xwedî aliyekî dîrokî û pîroz e."

Piştî defjenîna bi coş, yekem koma muzîkê ya ji Dihokê hat û çend stranên Badînanî pêşkêşî mêvanan kir.

Hejar Zehawî li ser muzîka Germiyanê jî got: "Li herêma Germiyanê dema tu guh didî stranên wan, tu germahiya peyvan û herêmê hîs dikî."


 

“Heyran vegêran e”

Hunermendeke jin ku ji Silêmaniyê hatibû, stranek kevn a Silêmaniyê pêşkêş kir.

Koma dawî ya Hewlêrê bû. Aştî Ezîz ji Hewlêrê heyraneke deşta Hewlêrê pêşkêş kir û piştre du stran jî gotin.

Hejar Zehawî got: "Heyran vegêran e, behsa çîroka şer, xem, evîndarî, windakirin û welat dike.

Di heyranê de peyv zêdetir in û ne wekî yên Germiyanê ne ku dengên wan dirêj in.

 Li Germiyanê muzîk dirêjtir e, bêhtir hêdî ye; lê di heyranê de teknîkeke dengî ya leztir ji bo vegotina çîrokê heye."

Konser bi beşeke din a muzîkê ji aliyê Hejar Zehawî, Rêbîn Kemal, Zana Enwer û Şiyaw Kemal ve bi dawî hat.

 

Rudaw

Top