• Wednesday, 05 February 2025
logo

Senator Chris Van Hollen: Vekişîna ji Rojavayê dê ‘şaşî’ be

Gulan Media February 4, 2025 Nûçe
Senator Chris Van Hollen: Vekişîna ji Rojavayê dê ‘şaşî’ be

Senator Chris Van Hollen diyar kir, eger Donald Trump biryara vekişandina leşkerên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bide, ev de "şaşiyek" be û got ku Kurd ji bo rêlibergirtina xurtbûna DAIŞê pêwîst in.

Senatorê Amerîkayî Chris Van Hollen li ser mijara “vekişîna leşkerên Amerîkayê ya ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re got:

"Dê şaşiyek be ku Amerîka leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne ji ber ku hevalên me yên Kurdên Sûriyeyê ji bo astengkirina vegera DAIŞê girîng in."

Amerîkayê di demên dawî de hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji 900î derxist nêzîkî 2 hezaran.

Ev yek piştî ku hêzên mixalif ên bi serkêşiya Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed rûxand hat kirin.

Amerîkayê diyar kir ku zêdekirina hêzan tedbîreke demkî ye da ku rê li ber xurtbûna DAIŞê were girtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump pêncşema borî got ku dê derbarê leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê "biryarek" were dayîn lê ti agahiyên zêdetir nedan.

Hinek malperan, bi taybetî medyaya Tirkiyeyê, îdia kiribû ku Trump Îsraîl agahdar kiriye ku nêta wî heye leşkerên xwe ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê  vekişîne.

Trump ev angaşt bi gotina “Ez nizanim çavkaniya van nûçeyan çi ye” red kiribû û gotibû:

“Em dê li ser Sûriyeyê biryarekê bidin. Sûriye di nav pirsgirêkên xwe de ye.

Li wir rewş tevlihev e. Ne pêwîst e ku em têkilî rewşa wir bibin."

Hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê piştgirên sereke yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên bi serkêşiya Kurdan sala 2019an bi hebûna cografî ya DAIŞê têk bir û wan dawî li "xîlafeta" 5 salî ya wê rêxistinê anî.

Li hêla din, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji Associated Pressê (AP) re got:

“Divê hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin” çimkî ji bo şerê li dijî DAIŞê pêwîst in.

Divê were gotin ku Senatorê Demokrat Chris Van Hollen gelek caran bi daxuyaniyên xwe piştgiriyê dide Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

 

Rudaw

Top