• Wednesday, 05 February 2025
logo

Wezareta Pêşmerge: Pêngavên yekgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam in

Gulan Media February 4, 2025 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Pêngavên yekgirtina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam in

Wezareta Pêşmerge û Tîma Şêwirmendên Leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî civiyan û pêngavên yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gotûbêj kirin.

Wezareta Pêşmerge îro 3ê Sibatê di daxuyaniyekê ragihand, “Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Berpirsê Tîma Şêwirmendên Leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Kolonel Brandstetter û Berpirsê Ofîsa Hevahengiya Asayişê li Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê Kolonel Gavîn Rice, di civînê de amade bûn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di civînê de nirxandineke berfireh li ser pêşkeftinên dawî yên proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û pêngavên yekgirtin û rêxistinkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya her du warên serkirdatiyê de, hate kirin.”

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de tekez kir, “Ev destpêka qonaxeke nû ye di Wezareta Pêşmerge de, bi armanca avakirina artêşeke bihêz a Kurdistanê.”

 

K24

Top