• Tuesday, 11 March 2025
logo

Qehremanekî Kurd bi amadebûna Christiano Ronaldo bû qehremanê cîhanê

Gulan Media February 24, 2025 Corane
Qehremanekî Kurd bi amadebûna Christiano Ronaldo bû qehremanê cîhanê

Qehremanekî Kurd bi amadebûna Christiano Ronaldo li Siûdiyeyê bû qehremanê boksîngê yê cîhanê û li qonaxa dawiyê “Mêrê Zebelah” ê cîhanê şkand.

Agit Kabayel yarîkerekê boksîngê ye û bûye qehremanê WBCyê, di qonaxa dawiyê ya yekalîker a wê qehremaniyê de hevrikê xwe şkand û pileya yekê li cîhanê li ser astê wê pêşbirkê bi dest xist.

Agit heta niha tevlî 26 şeran bûye û tam nekiriye şkestinê. Yarîkerê boksîngê yê Kurd xelkê Bakurê Kurdistanê ye û cara dawiyê tevlî qehremaniya cîhanî ya WBCyê bû.

Qehremaniya cîhanî ya WBCyê li Riyaza paytexta Siûdiyeyê hat kirin. Di qonaxa şeşê û dawiyê de, Agit hemî şok kirin û Jîlî Jang ê çînî ku wekî Zebelahê Çînî tê naskirin şkand û bû qehreman.

Agit Kabayel ê yarîkerê boksîngê yê Kurd li sala 1992ê li bajarê Lîverpolê yê Almanyayê hatiye ser dinyayê û lewma jî bi nûnerîtiya Almanyayê tevlî qehremaniyan dibe.

Malbnata Agit Kabayel ji devera Bazarçikê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê bar kiriye Almanyayê. Wî li sala 2011ê dest bi vê yariyê kiriye û gelek nasnav bi dest xistine û yek ji yarîkerên boksîngê yên diyar ên Ewropayê ye.

 

K24

Top