• Thursday, 13 March 2025
logo

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî: Pêwîst e helwesta Kurdî di proseya siyasî ya Sûriyeyê de yekdeng be

Gulan Media March 13, 2025 Nûçe
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî: Pêwîst e helwesta Kurdî di proseya siyasî ya Sûriyeyê de yekdeng be

Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî tekez li ser wê yekê kirin ku “pêwîst e helwesta Kurdî di pêngavên bê yên proseya siyasî ya Sûriyeyê de, yekdeng be.”

Baregeha Barzanî belav kir, Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro 12ê Adarê di pêwendiyeke teleftonî de, rewşa siyasî û dawî pêşhatên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Di vê peywendiya telefoniyê de, Mezlûm Ebdî hûrgilî û encama serdana xwe ya bo Şamê û hevtêgihiştina wan a bi Hikûmeta Sûriyeyê re, ji bo Serok Barzanî şîrove kir.

Her li vê peywendiya telefonî de, tekezî li ser wê yekê kirin ku piştgiriyê li her hengavekê bê kirin ku bibe sedema aştî û aramiya li Sûriyeyê û herwiha jî tekez kirin jî ku pêwîst e di pêngavên nû yên proseya siyasî ya Sûriyeyê de, helwesta Kurdan yek be.

K24

Top