Nivîskar û rexnegirê kurd Dr. Kemal Xembar koça dawî kir
Roja 30.12.2024ê baskê Hewlêrê yê Yekitiya Nivîskarên Kurd nûçeya koça dawî ya nivîskar û rexnegirê kurd Dr. Kemal Xembarî belav kir.
Kemal Husên Ehmed ku wek Kemal Xembar tê naskirin, sala 1937ê li bajarê Koye ji dayîkbûye û sala 1945ê dest bi xwandinê kiriye û sala 1957ê xwandina navendî li Hewlêrê temamkir, sala 1964ê beşa ziman û wêje ya erebî li koleja perwerde ya zanîngeha Bexdayê temam kir.
Bi dehan salan li bajarên Iraqê yên başûr û piştre jî li dibistana navendî û amadeyî ya Hewlêrê û peymangeha malbenda mamostayan, mamosta bûye û endamê desteya nivîskarên kovara Asoya Perwerdeyî bûye, yekem nivîsa xwe sala 1950yê de li Kovara Gelavêj belav kiriye.
Kemal Xembar yek ji rexnegirê navdar ê kurd bûye, di dawiya salên 50yan bi zimanê erebî û kurdî dest bi nivîs û rexneya wêjeyî kiriye û yekem nivîsa rexneya wêjeya bi zimanê erebî li kovara Alpqafe di sala 1973yê derbarê Ebdula Peşêw de belav kir û bi dehan nivîs û pirtûk çapkirine.
Nivîskar Kemal Xembar îro 30.12.2024ê di temenê xwe yê 87 salî de koça dawî kir.
Basnews