Li Stenbolê jineke Rihayî hat kuştin
Li navçeya Sultangaziyê Stenbolê jineke ji Rihayê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Li Sultangaziyê doh dema polîsan xwest otomobîla Engin Ç. rawestînin, ew ranewestiya û ji ber polîsan reviya.
Piştî reva demekê polîsan rê li ber otomobîla Engin Ç. girt û ew rawestand.
Di pişkînînê de termê hevjîna wî Ayşe Ç.yê ya Rihayî di otomobîlê de hat dîtin.
Tîmên tenduristiyê termê Ayşeyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê û hevjînê wê Engin Ç. jî hat desteserkirin.
Heman rojê piştî nimêja nîvro li Mizgefta Taxa Yunus Emreyê ya Sultangaziyê nimêja cenazeyê ya Ayşe Ç.yê hat kirin û ji bo biaxspartinê termê wê şandin Rihaya Bakurê Kurdistanê.
Hat zanîn Engin Ç. û Ayşeyê li hev nedikir û di pêvajoya hevberdanê de bûn.
Rudaw