DEM Partî: Di 11 mehan de 399 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin
Berdevka Meclîsê Halîde Turkoglu ragihand, eger rêkeftina Stenbolê karîger ba, dê wan jinan jiyana xwe ji dest nedabana. Herwiha bang li hikumeta Tirkiyeyê kir, ji bo êrîş û gefên li ser Rojavayê Kurdistanê rawestin.
Meclîsa Jinan a Partiya Gelan a Demokrasî û Wekheviyê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqerê civînek pêk anî. Di civînê Berdevka Meclîsa Jinan Halîde Turkoglu li ser du rojnamagerên Kurd Cîhan Bilgîn û Nazim Daşdan ku dema geşedanên li Rojava dişopandin hatine kuştin, li ser pêvajoya çareseriyê û hevdîtina bi Îmralî re daxuyanî hate dayîn.
Turkoglu ragihand ew li ser kuştina du rojnamagerên Kurd, bersivekê ji desthilata Tirkiyeyê dixwazin.
Halîde Turkoglu da zanîn ku rêya aştiyeke bi rûmet bi rakirina tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêkan e.
û Turkoglu bangî hikumetê kir ji bo êrîş û gefên li ser Rojavayê Kurdistanê rawestin, dê jin her têbikoşin û ew dizanin êrîşên desthilatê yên dijî rojava li ser dijminahiya Kurdan tên kirin.
Ji aliyekî din ve meclîsa jinan balkişand ser kuştinên jinan û hate ragihand ku di 11 mehên sala 2024an de 399 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û ger rêkeftina Stenbolê karîger ba dê wan jinan jiyana xwe ji dest nedabana. Herwiha hate ragihandin ku parastina şoreşgeriya jinên Rojava parastina aştî, azadî û wekheviyê ye.
K24