• Monday, 30 December 2024
logo

Dêya xwe fetisand, cêwiyê xwe bi demançeyê kuşt

Gulan Media December 15, 2024 Civakî
Dêya xwe fetisand, cêwiyê xwe bi demançeyê kuşt

Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê kesekî dêya xwe bi kîsik fetisand û birayê xwe yê cêwî jî bi demançeyê kuşt.

Bûyerê li navenda bajêr li taxa Kilavuzê rû da.

Piştî ku deng ji Ş.K. (67) û H.K. (46) derneket cîranên wan agahî da tîmên agirvemirandinê û polîsan.

Dema tîmên agirvemirandinê ketin hundir ew rastî termên dê û kur hatin.

Di lêkolînan de derket holê ku Ş.K. li pêjgeha malê bi kîsikê naylonî hatiye fetisandin û H.K. jî bi demançeyê hatiye kuştin.

Polîsan piştî lêkolînan, bi tohmeta ku birayê xwe yê cêwî û dêya xwe kuştine H.K. desteser kir.

H.K. di îfadeya xwe de got ku wî dêya xwe û birayê xwe ji ber deynan kuştine.

Termên Ş.K. û H.K. ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwazê.Î

 

Rudaw

Top