HSD: Em amadene bi Ehmed Şara re hevkariyê bikin
Nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê nêrîn û daxuyaniyên Ehmed Şera bi erênî dinirxîne û amadekariya hevkariyê jî radigehîne.
Kanala El Erebiye ragehandiye, ku nûnerê rêveberiya xweser li Fransayê ragehandiye: “Nêrînên Ehmed Şara erênî ne û em amade ne ku li gel de hevkariyê bikin.”
Herwaha ragehandiye, Rêveberiya Xweser amadeye HSDê di nav artêşa nû ya Sûriyê de bicîh bike û bibin beşek ji wê artêşê.
Wî nûnerî ragehandiye ku ew amadene li gel Ehmed Şera di derbarê paşeroja Sûriyê û hikûmeta nû ya Sûriyê de danûstandinê bikin û hevkariya proseya siyasî bikin.
Basnews