Li New Yorkê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
Li qlûba şevê ya eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê di êrişeke çekdarî de herî kêm 10 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya CNNê, li herêma Queensê ya New Yorkê di qlûba şevê de êrişa çekdarî hat kirin.
Bûyer li derdora saet 11:20ê şevê bi dema New Yorkê (07:20 bi dema Hewlêrê) li pêşiya qlûba şevê ya Amazorê qewimî.
Gelek tîmên Îdareya Polîsan a New Yorkê çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku du kesên gumanbarê êrişê reviyane.
Tîmên tenduristiyê û polîs çûn li cihê bûyerê û birîndar li cihê bûyerê tên dermankirin.
Li bajarê New Orleansê jî roja yekem a sala nû êrişkarekî bi kamyonê da ser xelkê.
Di wê êrişê de 15 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Êrişkar piştre ji otomobîla xwe derketibû û bi ser girseyê de gule reşandibûn.
Di otomobîla êrişkar de alaya DAIŞê hatibû dîtin.
Heta niha nayê zanîn ka êriş bi hev re têkildar in an na.
Derbarê bûyerê lêpirsîn berdewam dike.
Rudaw