Karwanên mezin ên leşkerî yên Amerîka û Hêzên Hevpeyman geheştin Sûriyê

Kanala El Erebiye ragehand, îro 30.12.2024ê karwanekî mezin ê leşkerî yê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî piştî ketina rejîma Esed geheşt Sûriyê.
Karwanê leşkerî yê Hêzên Hevpeymanan û Amerîkayê bi rêya deriyê Welîd li Herêma Kurdistanê ve ber bi Sûriyê ve çûne, ku ji 60 kamyonên barhelgir ên çek, xorak û hevkariyên lojîstîk pêkhatiye û ber bi Hesekê û Dêrezorê ve çûye.
Herwaha hat ragehandin, piştî ketina rejîma Beşar Esed, 6 karwanên leşkerî yên Hêzên Hevpeyman çûne Sûriyê û ji 210 kamyonên barhelgir pêkhatine.
Ew tevgera leşkerî ya Hêzên Hevpeyman hemwextbûye li gel tevgera berfireh a leşkerî ya hêzên Amerîkayê li navçeyên Dêrezor û Reqa û Kobanê pêkhatin.
Basnews