Macron: Îşev zenga metirsiyê hat lêdan û Ewropa derbazî qonaxeke nû bû

Serokê Fransayê radigehîne ku welatê wî amade nîne hêzê bişîne Ukraynayê û dibêje, “Ewropa derbazî qonaxeke nû bû.”
Serokê Fransayê Emanuel Macron îro (Pêncşem, 20.02.2025) di çarçoveya danûstandinekê de bi rêya internetê got, “Îşev zenga metirsiyê hat lêdan û Ewropa derbazî qonaxeke nû bû, ku çend bijardeyan li ser me disepîne.”
Emanuel Macron pêdivî jî dît ku Ewropayî li bijardeyên xwe vegerin, xasma jî bijardeyên xwe yên darayî. Herwesa got, “Ji karên pêşiyê yên niştîmanî ji bo îsal xwerêkxistin e.”
Navbirî amaje jî da ku tevî derbazî nav qonaxeke nû dibin, pêdivî dike ku şiyanên xwe yên şerî zêdetir bikin. Macron di derheqa Ukraynayê de jî eşkere kir ku, wan niyet nîne hêzê bişînin wî welatî, berî ku lihevkirina aştiyê di navbera Mosko û Kiyêvê de bê kirin.
Serokê Fransayê ron jî kir ku dema li Waşintonê Serokê Amerîkayê Donald Trump dibîne, jê re dibêje ku “di derheqa Ukraynayê de, xwe li beranberî Vladimir Putin lawaz diyar neke, ji ber ku berjewendiya Ukraynayê berjewendiya me tevan e.”
K24