Tirkiye kuştina 31 çekdarên PKK û YPGê radigehîne

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê kuştina 31 çekdarên PKK û YPGê radigehîne.
Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk di konferanseke rojnamevanî de ragehand ku, di dema heftiyekê de 31 çekdar û ji meha yekê ya îsal ve jî heta niha 408 çekdarên PKKê hatine kuştin.
Zeki Akturk tekez jî kir ku, di lêgeriyana li çiyayên deverên li jêr operasyonên Pence Kilîdê de destê xwe danaye ser hejmareke zêde ya çek û teqemenî û cebilxaneyên bi ser PKKê ve.
Berpirsê Ragehandin û Peywendiyan ê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê herwesa got ku, ew li ser berdewamkirina operasyonên serbazî li dijî PKK û YPGê rijd in.
K24