Serokê Bereya Kurdistana Sûriyê: HSDê yekrêziya kurdî binpêkir û bi tenê çû Şamê
Serokê Bereya Kurdistana Sûriyê ku ji çend partî û kesayetên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê pêktê, rexne li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê dike û radigehîne ku HSDê yekrêziya kurdan berçav nekirine û bi tenû çûne Şamê ji bo danûstanan.
Ji duh ve behsa wê yekê tê kirin ku civînek di navbera Desteya Tehrîr Şam û HSDê de hatiye kirin, lê ti hûrgiliyên derbarê naveroka civînê nehatine aşkera kirin û nayê zanîn PKKê bi rêya HSDê ve çi daxwaz ji Şamê kiriye û li hember wê çi tewîzek li ser mafên kurdên Rojavayê Kurdistanê daye.
Vê derbarê de Serokê Bereya Kurdistana Sûriyê Ebdulrehman Hebeş ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di civîna Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û HSDê ya partiyên beşdar li îdareya xweser de, behsa çend xalekan hatibû kirin ku yek ji wan jî çûna yek şandeya kurdî bû bo gotûbêjên li gel Şamê, lê mixabin serdana duh a şandeya HSDê bo Şamê û civînên li gel Ehmed Şera, têkdana wê yekrêziyê bû ku biryar bû kurd bi yek şandeyê biçin Şamê.’’
Herwaha ecêbmana xwe nîşan da û got: ‘’Em nizanin ew şande çima bilez çûye vê demê de çû? Lê biryar bû kurd bi yekdeng bin di çûna Şamê de, ne wek naha ku kes nizane behsa çi hatiye kirin?’’
Basnews