• Sunday, 05 January 2025
logo

Rêveberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê: Em radestkirina çek red dikin

Gulan Media January 2, 2025 Nûçe
Rêveberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê: Em radestkirina çek red dikin

Rêveberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê ragehand: ‘’Carê zûye behsa radestkirina çek bikin.’’ Herwaha got divê me Sûriyeyekî sivîl hebe.

Îro 01.01.2025ê rêveberê ruhanî yê Durziyên Sûriyê Şêx Hikmet Hîcrî di hevpeyvîneke televîzyonê de ragehand: ‘’Radestkirina çek bi hemû awayekî em red dikin, heta wî dema ku welatek pêkbê û destûrek bê nivîsandin û mafên me misoger bibin.’’

Herwaha got: ‘’Gelek zûye gotûbêjê em li ser radestkirina çek bikin, pêwîste me welatekî sivîl hebe.’’

Şêx Hîkmet Hîcrî got: ‘’Em nîgeranin ji wê rewşa heye, divê beşdariya hemû aliyan hebe.’’

Navborî got: ‘’Em li gel hemûyan pêbendin ku bingehê welatekî bê danîn ku rêz li taybetmendiyên xelkê bê girtin. Em li gel avabûna welatekî bicîhbûyî, ne yê demkî û nehatî veguhestin de ne. pêwîstiya me bi çavdêriya navnetewî heye bo pêkanîna dewletê.’’

 

Basnews

Top