• Thursday, 02 January 2025
logo

Li şamê di depoya cebilxaneyeke çek de teqîn pêk hat, kuştî hene

Gulan Media December 30, 2024 Nûçe
Li şamê di depoya cebilxaneyeke çek de teqîn pêk hat, kuştî hene

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan Duh 29.12.2024 eşkere kir ku, êrîşî ser cebilxaneya artêşa Rijêma Sûriyê ya eniyê hatiye kirin û hatiye wêrankirin. Di encama wê êrîşê de jî ku bi rêya dronan hatiye kirin, wekî amara destpêkî 17 kes hatine kuştin.

Herwaha Ajansa Spotnîkê ragehandiye, di wê êrîşê de ku bi dronê li ser cebilxaneyeke artêşa Rijêma Sûriyê ya eniyê hatiye kirin, 5 kes hatine kuştin, zêdebarî zirareke zêde ku gehiştiye dikan û sûkên nêzî cebilxaneya bajarê Edrayê li devera pîşesaziyê.

Odeya Redkirina Dijmin li ser tora civakî ya Telegramê parve kiriye, amara kuştiyên êrîşa asmanî ya Israîlê li ser cebilxaneyeke çek û teqemeniyan li devera Edrayê ji bo 20 kesan bilind bûye.

 

Basnews

Top