Abdurrahîm Akdag: Tirkiye jî gihiştiye wê baweriyê ku ji bilî aştiyê rêyeke din nîne
Parlamenterê nerê yê AK Partiyê Abdurahîm Akdag diyar kirk u Tirkiye jî gihiştiye wê baweriyê ku ji bilî aştiyê rêyeke din nîne.
Hevdîtina DEM Partî û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bûye rojeva herî serekî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Siyasetmedar û Abdurrahîm Akdag li ser hevdîtina Abdullah Ocalan û şandeya DEM Partiyê pêşhatên dawî yên “pêvajoyê nû” ya çareseriyê bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê Nalîn Hesenê.
Abdurrahîm Akdag ragihand ku ji sala 1984ê ve bi hezaran kes ji ber şerê li Tirkiyeyê hatine kuştin.
Li gorî gotina Akdag şer û aloziyan giraniyeke mezin li ser Tirkiyeyê çêkiriye û êdî wext hatiye ku li Tirkiyeyê aştî pêk were û şer raweste û xwîn nerije.
Siyasetmedar Akdag behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya nû ya çareseriyê kir û got:
“Niha li Tirkiyeyê piştevanî li serdemeke nû tê kirin ew jî qonaxa Tirkiyeyê bê teror e.
Divê ne tenê siyasetmedar lê rewşenbîr, zana û kesên din jî dikarin rola xwe di vê pêvajoyê de werbigirin.
Abdurrahîm Akdag amaje bi wê yekê kir ku piştî demeke dirêj dê DEM Partî û AK Partî ji bo pêvajoya nû bicivin.
“Divê destûr bê guhertin”
Siyasermedar Akdag di beşeke din a axaftina xwe de diyar kir ku divê destûr li Tirkiyeyê bê guhertin û di destûrê de mafê her kesî parastî be û ew hemû gelan himbêz bike.
Li gorî gotina Akdag dê di destûrê de mafê zimanê Kurdî bê naskirin. Mafê welatiyên Tirkiyeyê çi be dê yê Kurdan jî heman tişt be.
Abdurrahîm Akdag eşkere kir ku di pêvajoya aştiyê de rola aktorên wekî Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî heye û di wê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî çend caran serdana Tirkiyeyê kiriye û bi Serokkomarê Tikiyeyê re civiyaye.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê da zanîn ku eger aştî li Tirkiyeyê pêk were dê aştiyeke herêmî çêbibe.
Eger aştî li Bakurê Kurdistanê çêbibe wê bandore li parçeyên din ê Kurdistanê jî bike û Tirkiye jî gihiştiye wê baweriyê ku ji bilî aştiyê rêyeke din nîne.
Rudaw