Zarokekî 16 salî 4 kes ji malbata xwe kuştin
Li New Mexico ya Amerîkayê xortekî 16 salî ji malbata xwe 4 kes kuştin. Polîsê eyaleta New Mexicoyê ragehand xortê bi navê Diego Leyva bi awayekî serxweş xwe radestî rayedaran kiriye.
Xortê Diego Leyva di demjimêrên nîvê şevê li polîs geriyaye û ragehandiye ku malbata xwe hemû kuştine. Dema ku polîs digehe cîhê bûyerê dibîne ku Levya destên xwe rakiriye jor û di rewşeke pir serxweş de bûye û piştî lêgerîna li malê jî derketiye ku termê 4 endamên malbatê û çekek li cîhê bûyerê bûye.
Polîsê New Mexico ragehand, Leyva bi tometa kujertiyê hatiye girtin û ew ji bo bê darizandin ji girtîgehê re hatiye veguhestin.
Basnews