• Thursday, 26 December 2024
logo

Bexda – Dayîkekî hewl da zarokê xwe bi 80 hezar dolaran bifroşe

Gulan Media November 25, 2024 Civakî
Bexda – Dayîkekî hewl da zarokê xwe bi 80 hezar dolaran bifroşe

Li naverasta Bexda ya paytexta Iraqê dayîkekî hewl da zarokê xwe li hember pareyekî diyar bifroşe û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Çavkaniyekî ewlehiya Iraqê ragehand, derengê şeva borî li naverasta Bexda ya paytexta Iraqê rêgirî li firotina zarokekî ya ji aliyê dayîka wî ve hatiye kirin, ku wê dayîkê dixwest zarokê xwe li hember 80 hezar dolar pareyê Amerîkî bifroşe.

Hat ragehandin wê dayîka ku xwestiye zaroka xwe bifroşe, di xwaringehekî li rêya 62 ya Kerade ya Bexdayê bûye û kesek din jî li gel bûye.

Li gor heman çavkaniyê ragehandiye, dayîk û 5 jinên din û ew kesê ku xwestiye zarok bikire hatine girtin û piştî temambûna rêyên yasayî dê derkevin pêşberî dadgehê.  

 

Basnews

Top