Wêjevanekî kurd koça dawî kir
Nivîskar, romanivîs û çalakvanê siyasî yê Kurd Fetah Emîrî îşev 21.012.2024, li bajarê Bokanê koça dawî kir.
Fetah Emîrî ku yek ji romanivîsê navdar yê kurd bû, di sala 1946 li Awaya Menîçêr a ser bi bajarê Bokanê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya seretayî li bajarê Mahabadê berdewam kiriye û piştre li îdareya elektirîka bajarê Bokanê hatiye damezrandin.
Di serdema Pehlevî de, di sala 1975 ji ber çalakiyên siyasî tê girtin û heta sala 1978 di girtîgehê de dimîne.
Serweriya Emîrî ya li ser zimanê kurdî û bi zaravayê Mukiryanî de bûye sedema wê ku romanên wî bibin çavkaniyeke zindî ya gotinên pêşiyan û destewaje û peyvên resen ên kurdî.
Sala 1993 di yekem hilbijartina encûmena wêjeya Bokanê de wek yek ji heft rêvebirên wê rêxistinê hat hilbijartin.
Berhemên nivîskarê koç kirî pêk tên ji Haware Bere sala 1990, Mîrza, beşa dûyem a Haware Bere sala 1993, Zîndexew 2003 û Gêje Tolke.
Basnews