• Sunday, 22 December 2024
logo

Li Germiyanê Ji ber teqîna sîstema gazê şeş kes bûn qurbanî

Gulan Media December 22, 2024 Nûçe
Li Germiyanê Ji ber teqîna sîstema gazê şeş kes bûn qurbanî

Li sînorê Rêveberiya Germiyanê, ji ber teqîna sîstema gaze kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Muqedem Elî Cemal Qedûrî, berdevkê polîsê Germiyanê ragehand, îro sibehê 22.012.2024, li gundê Mehmûqecerî ya ser bi nahiyeya Quretûyê 6 birîndar ji bo nexwaşxaneya Şehîd Hejar li Kelar hatine veguhestin ku ji ber teqîna sîstema gazê beşeke laşê wan şewitiye.

Herwaha got, yek ji birîndaran ên binavê Arş Ehmed Hesen ji dayîkbûyê 2014ê ji ber zêdebûna rêjeya şewata wî jiyana xwe ji dest da û bav û birayekî wî li gel 2 xwîşkên wî jî birîndar bûn û naha jî çareseriya pêywêst bo birîndaran tên kirin.

Herwaha amaje bi wê jî da: “Cenazeyê kesê mirî ji bo bijîşkiya dadwerî hat şandin û polîs sewqî cihê bûyerê kirin û li ser sedema bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

 

Basnews

Top