Hikûmeta demkî ya Sûriyê Wezîrê Derve destnîşan kir
Hikûmeta demkî ya Sûriyê berdewam e li ser destnîşankirina wezîran bo temamkirina pêkanîna hikûmeta xwe, di vê çarçoveyê de îro Wezîrê Derve yê Sûriyê destnîşan kir.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyê piştî du rojan ji rûxandina rejîma Beşar Esed, ji aliyê opozîsyona Sûriyê ve hat pêkanîn û Mihemed Beşîr wek serokwezîr hat destnîşankirin ku di bin serokatiya wî de hikûmeta demkî dê ji bo sê mehan bê avakirin.
Hikûmeta demkî ya Sûriyê îro 21ê Berçile Es’ed Hesen Şeybanî wek Wezîrê Derve destnîşan kir
Pêkhateya hikûmeta demkî ya Sûriyê:
Mihemed El-Beşîr – Serokwezîr
Es’ed Hesen Şeybanî – Wezîrê Derve
Mihemed Yaqûb Omer - Wezîrê Ragihandinê
Mahir El-Şera - Wezîrê Tenduristiyê
Mihemed Taha Ehmed - Wezîrê Çandiniyê
Nazir Mihemed El-Qadirî - Wezîrê Perwerdeyê û Fêrkirin
Fadî Qasim - Wezîrê Geşepêdanê
Mihemed Ebdulrehman Muslim - Wezîrê Rêveberiya Xizmetguzariyan
Şadî Mihemed El-Weysî – Wezîrê Dadê
Husam Hacî Husên – Wezîrê Ewqafê
Ebdulmunim Ebdulhafiz – Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî
Riyaz Ebdulereûf - Wezîrê Aborî
Mihemed Ebdulrehman – Wezîrê Navxwe
Basnews