• Sunday, 22 December 2024
logo

5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

Gulan Media December 22, 2024 Nûçe
5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 5 şervanên wan di êrişên çekdaran de canê xwe ji dest da.

Tevî agirbestê komên çekdar êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê ya di bin kontrola HSDyê de dikin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku piştî ku êrişên çekdarên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, li Bendava Tişrîn û derdora hatin têkbirin, artêşa Tirkiyeyê û çekdarên wê  êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.

Li gorî daxuyaniyê di encama êrişên asmanî û bejahî de 5 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Piştî hêzên me êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bendava Tişrînê ji du aliyan ve têk birin, bi dehan ji wan kuştin, gelek tank û wesayîtên wan ên zirxî rûxandin, dagirkeriyê êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî herêmê zêde kirin.

Di encamê de 5 şervanên me şehîd bûn."

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 35 çekdarên êrişkar hatin kuştin.

 

Rudaw

Top