• Sunday, 22 December 2024
logo

Li Bendava Tişrînê 52 çekdar hatin kuştin

Gulan Media December 22, 2024 Nûçe
Li Bendava Tişrînê 52 çekdar hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên dijwar ên grûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li dijî Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, di encamê de 52 çekdar hatin kuştin

Medyaya nêzîkî HSDê belav kir, çekdarên ser bi Tirkiyeyê xwastin bi tank, maşîneyên zirxî û dronan ji du aliyan ve bikevin qada Bendava Tişrînê. Di encamê de di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çekdaran de şerekî dijwar rû da.

Diyar kir jî, di pevçûnên li derdora Bendava Tişrînê de, 52 çekdar hatin kuştin, 2 wesayîtên zirxî û tankeke çeteyan hatin rûxandin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, piştî ku xalên kombûna çeteyan hatin armanckirin, hejmara kuştiyên wan zêde bû.

Li gorî agahiyên Meclisa, piştî zêdetirî 12 demjimêran ji pevçûnên dijwar, çete revîn û dû re careke din li xaleke leşkerî ya li nêzî Bendava Tişrînê bicih bûn. Bi wê re ew bûn armanca hêzên wan, gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn. Bi giştî di pevçûnên îro de 52 çete hatin kuştin.

Çend car in şerê kontrolkirina bendava Tişrînê di navbera HSD û çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike de derketibû. Roja înê jî, çekdaran dîmenên bendavê belav kiribûn û ragihandibû ku wan bendav bi temamî kontrol kiriye.

 

K24

Top