Li Rihayê pevçûna xizman: Kesek hat kuştin
Li navçeya Karakopruyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna malbatan de kesek hat kuştin.
Li gorî zanyariyan, li taxa Mehmetçîkê ya navçeya Karakopruyê ya Rihayê, di navbera du malbatên ku merivên hev in de nîqaş derket.
Piştî nîqaşê endamên her du malbatan ku pêştir jî di navbera wan de neyartî hebûye bi çekan êrişî hev kir.
Di pevçûnê de welatiyê bi navê Sefer G. bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û welatiyê navborî rakir.
Li nexweşxaneyê lê tevî hewildanên bijîşkî Sefer G. canê xwe ji dest da.
Polîsan ji bo desteserkirina kesên ku beşdarî pevçûnê bûne, xebat dan destpêkirin.
Rudaw