• Friday, 27 December 2024
logo

Festîvala sersala 2025'ê li Hewlêrê hat vekirin

Gulan Media December 26, 2024 Hunerî
Festîvala sersala 2025'ê li Hewlêrê hat vekirin

Îşev 25.012.2024, Wezareta Şarevanî û Geştûguzeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand: Bi amadebûna wezîrê şarevaniyê Sasan Ewnî û parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, festîvala serê sala nû li Hewlêrê Paytext di bin keleha Hewlêrê hat vekirin û dê çend rojan berdewam bike.

Amaje bi wê jî hat dayîn, ku di merasima vekirina festîvala sala nû ya 2025 de, Serokê Şarevaniya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî û rêvebirê giştî yê geştûguzara Hewlêrê Dilêr Mihemed û hejmareke din ji rêvebirên şaredarî û fermangehên xizmetguzariyê amade bûn.

Herwaha hat diyar kirin, ku di festîvalê de çendîn stranên kurdî hatin pêşkêşkirin û zêdetirî 40 stan û standên bazirganî û kompanyayên herêmî hatine vekirin û her yek ji wan xwarin, vexwarin, cil û bergan, tiştên kevnar ên Kurdî û berhemên wan tên pêşandan.”

Herwaha ronî jî kiriye ku festîvala sala nû li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ji aliyê serokatiya şaredariya hewlêrê amadekarî bo hatiye kirin û hatiye rêxistin ji bo wê jî çend rojê bêhnvedanê ya sala nû de bi mebesta pêşwaziya li geştiyarên Iraq û şêniyên bajarê Hewlêrê û bajarên din ên Herêma Kudistanê.

 

Basnews

Top