Asayîşa Hewlêrê: Li Şeqlawa kesekî dayik û xwişka xwe kuşt
![Asayîşa Hewlêrê: Li Şeqlawa kesekî dayik û xwişka xwe kuşt](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20241202105115_original_42.jpg )
Îşev yêkşemê Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê di daxuyaniyekî de balav kiriye: “Beriya naha demekî di bûyereke teqandinê de li qeza Şeqlawa ji aliyê tometbarekî binavê Ş. F. ji ber sedemeke nediyar rabûye û gule li dayîk û xwişka xwe reşand û di encam de bûye sedema jiyan ji dest dana wan.”
Herwaha ragehandiye: “Gumanbar piştî ku ev tawan pêk anî li nexweşxaneya Şeqlawa xwe radestî hêzên navxweyî kir û lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam dikin.”
Basnews