Serokê Hikûmetê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir
Roja 4.02.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, paşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî(UNAMI) Mihemed Elhessan,li Iraqê û Serokê şandê kir.
Di civînê de, fikir û raman di derbarê rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin.
Herdu alî hemfikir bûn li ser girîngiya rêzgirtin li mafên destûrî yên gelê Kurdistan û pêkhateya federal a Herêma Kurdistan. Herwaha nûjenkirina yasaya bûdçeya federal ji aliyê encûmena nûneranve, bi pêngaveke erênî bi arasteya çareserkirina pirsgirêkan hat dayîn.
Serokê şanda UNAMI li Iraqê, rola Serok Barzanî û Serokê Hikûmetê li parastina asyîş û aramiya Herêma kurdistanê û Iraqê û navçeyê bilind nirxand.
Serokê Hikûmetê pesnê rola avaker û erênî ya nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, di warê li hev nêzîkbûnê ya aliyên siyasî yên Iraq û qahîmkirina aramiyê kir.
Basnews