Li Swêdê li dijî dibistanekî êrîşek pêk hat, bi dehan kes mirin û birîndar bûn
Polîsê Swêdê ragehand: Êvara îro 4.02.2025, li bajarê Orebro di êrîşeke çekdarî ya li dijî dibistanekê de herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîşkar piştî êrîşê xwe kuştiye.
Çavkaniyên medyayî radigehînin, polîs gehştiye cihê bûyerê û tîmên polîs û hewarçûnê li wê navçeyê re hatine şandin.
Wezîrê Berevaniya Swêdê, Jonar Stromr ji ajansa Swêdê ya TT re ragehandiye: Agahiyên di derbarê bûyera Orebro tirsnakin, ji ber ku bûyereke xwînawiye.
Ew dibistina ku êrîş lê hat kirin, 200 kîlomere ketiye rojavayê bajarê Stockholmê ye û heta niha jî nasnameya temam a wî kujerî nehatiye ragehandin.
Hêjayî gotinêye di vê demê de li Swêdê gelek bûyerên kuştin û êrîşên tundiyê zêde bûne.
Basnews