Karsazekî Kurd xwe kuşt
Karsazê Kurd ê ji parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Mehmet Ayne li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê xwe kuşt.
Li gorî agahiyan, karsazê Colemêrgî Mehmet Ayneyê 52 salî ku derdora 40 sal in li Antalyayê dijî doh ji ber sedemeke nediyar xwe kuştiye.
Termê karsazê Kurd îro piştî nîvro dê li Goristana Uncaliyê ya Antalyayê were veşartin.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê lêkolînê dest pê kiriye û polîs hewl didin sedema xwekuştina wî zelal bikin.
Mehmet Ayne li Antalyayê xwedî kompanyayeke avahîsaziyê ya bi navê "Naturel Înşaat"ê bû û avahî çêdikirin.
Ayne zewicî û bavê dû zarokan bû.
Rudaw