• Thursday, 26 December 2024
logo

Li Stenbolê kesekî 4 kes kuştin û paşê jî întîhar kir

Gulan Media November 25, 2024 Civakî
Li Stenbolê kesekî 4 kes kuştin û paşê jî întîhar kir

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê kesekî bi navê Bahtiyar Aladag, ji malbata xwe 4 kes kuştin û paşê xwe kuşt.

Bahtiyar Aladag çû mala malbata xwe ya li Buyukçekmeceyê û bi dayîka xwe re nîqaş kir.

Aladag piştre gule berdan dayîka xwe Necmiye Aladag, bavê xwe Muhammet Aladag û xwişka xwe Buket Aladagê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendursitiyê her sê birîndar veguhastin nexweşxaneyê lê tevî hewldanên bijîşkî Necmiye Aladag û Muhammet Aladag mirin.

Hat zanîn ku rewşa Buket Aladagê jî dijwar e.

Bahtiyar Aladag ji cihê bûyerê reviya û paşê çû dikana zavê xwe ya li navçeya Avcilerê.

Aladag li wê derê jî gule berdan zavê xwe yê bi navê Gokhan Soylu û kesekî din ê bi navê Mehmet Salih Ozsokuk ê li dikanê.

Gokhan Soylu birîndar bû û Mehmet Salih Ozsokuk jî li nexweşxaneyê ji ber birîna xwe mir.

Bahtiyar Aladag her nesekinî û vê carê jî mirovê xwe yê bi navê Şadan Serdar Buke kuşt û paşê jî întihar kir.

 

 

Rudaw

Top