Almanya ji Tirkiyê re: Divê Kurd li Sûriyeyeke serbixwe, azad û aram bên parastin
Wezîra Derve yê Almanyayê da zanîn, wê û hevtayê xwe yê Tirkiyeyê li ser parasrina ewlehiyê û paşeroja Kurdên Sûriyeyê gotûbêj kirine. Herwiha hişyarî li ser zêdebûna aloziyan li dijî hêzên kurdî li wî welatî da.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annelena Baerbock duhî 20ê Berçile serdana Tirkiyê kir û li gel WeZîrê Derveyê Tikiyê Hakan Fîdan civiya.
Annelena Baerbock ragihand, wê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re li ser pêwîstiya parastina ewlehiya Kurdan di Sûriyeyeke serbixwe, azad û aram de gotûbêj kirine.
Annalina Baerbock got, wan hişyarî daye li ser metirsiya zêdebûna aloziyan li dijî hêzên Kurdî li Sûriyeyê.
Berbok amaje bi wê jî kir, bi hezaran kurd li Minbicê û deverên din ên Sûriyeyê ji tirsa tundûtûjiya nû, ji cihên xwe derketine.
Wezîra Derve ya Almanyayê got, wê ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê re ronî kiriye ku nabe berjewendiyên hevbeş ên Berlîn û Enqerê bi zêdekirina aloziyên li dijî Kurdên Sûriyeyê bikeve metirsiyê.
K24