• Saturday, 21 December 2024
logo

Hewlêr – Bi boneya serê salê, festîvaleke mezin birêve diçe

Gulan Media December 21, 2024 Nûçe
Hewlêr – Bi boneya serê salê, festîvaleke mezin birêve diçe

Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragehand, bi boneya sersalê bi hemahengiya li gel Wezareta Şaredarî û Geştûguzar û parêzgeriya Hewlêrê festîvaleke mezin birêve diçe û ji bo wê jî daxwaz ji dilxwazan kir ji bo girtina cîh û beşdarîkirina bi her cure çalakiyekî roja 22.12.2024ê serdana wan bikin.

Îro 19.12.2024ê Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ragehand, ku serokatiya şaredariya Hewlêrê bi hemahengiya li gel Wezareta Şaredarî û Geştûguzar û Parêzgariya Hewlêrê bi boneya sersala nû di bin sîbera kelheyê û li pêş parka şar festîvaleke mezin birêve dibin.

Ji bo wê jî em daxwaz ji xelkê Hewlêrê dikin ku bi dilxwazî ew bixwe dikarin bên û di wan çalakiyên ‘’Çêkirina xwarinên kurdî, xwarinên biyanî, karê destî û çalakiyên hunerî û hwd’’ di wan çalakiyan de dikarin beşdarî bikin.

Herwaha amaje bi wê yekê hate dayîn ku kesekî ku bixwaze beşdariyê bike ‘’Roja 22.12.2024ê demjimêr 09:00ê serê sibehê heta 12ê nîvro serdana serokatiya şaredariya Hewlêrê bike, bi armanca dayîna cîhê çalakiyê.’’

Hat ragehandin ku beşdarbûyên vê festîvalê ‘’Pêwîste bawernameya kar, moleta tenduristiyê, mînakên karên wan’’ li gel wan be.’’

Hat gotin ew festîval roja 25.12.2024ê destpê dike, ku roja çarşeme û roja 02.01.2024ê bi dawî dibe ku ew jî dibe roja pêncşemê.

 

Rudaw

Top