• Tuesday, 14 January 2025
logo

Asayîşa Hewlêrê tometbarê kuştina jin û zilamekî girt

Gulan Media January 13, 2025 Civakî
Asayîşa Hewlêrê tometbarê kuştina jin û zilamekî girt

 Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ragehand: Piştî ku îro êvarê 12.01.2025 li gundê Şêxeşil a li ser qeza Behirkê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê jin û zilamek li ser pirsgirêkeke civakîk hatin kuştin, yekser tîmên me li rêveberiya asayîşa Hewlêrê gehiştin cîhê bûyerê û lêkolîn dan destpê kirin.

Herwaha radigehîne: “Piştî lêpirsîn û lêkolîna tîmên me, tometbarê binavê M. Î. E. bi tometa kuştina wan jin û zilamî karî bê girtin û bi fermana Dadwer, lêpirsîn li gel hatiye kirin û ji yasayê re hatiye radest kirin.”


 

 

Basnews

Top