Li Silêmaniyê jinek di dema emeliyata estetîk de jiyana xwe ji dest da
Şeva borî li nexwaşxaneyekî taybet a li bajarê Silêmaniyê jineke temen 41 salî di dema emeliyatekî estetîk a derxistina dohn û rûn de jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên BasNewsê emeliyat ji aliyê bijîşkekî ve hatiye kirin ku piştre li ser giliya kesûkar û merivên wê jinê ve hatiye girtin.
Çavkaniyekî ji polîsê Silêmaniyê ji BasNewsê re ragehand, jineke temen 41 salî di dema emeliyata estetîk de ji bo derxistina dohn û rûn, li nexwaşxaneyekî Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da û hêzên polîs lêkolîn li ser bûyerê dan destpê kirin û bijîşk jî hatiye girtin û di bin lêpirsîn û lêkolînê de ye.
Li gor zanyariyan can ji dest dana wê jinê gelek pirs li gel xelkê çêkiriye ango selametiya wan emeliyatên estetîk çend bi tenduristin û divê çavdêriya li ser nexwaşxaneyên taybet bê zêde kirin. Kesûkar û merivên wê jina jiyana xwe ji dest daye daxwaza lêkolîna hûr û dadperwerî li hêzên polîs kirine û bendewarî hene di rojên pêş de zanyariyên zêdetir derbarê vê bûyerê de bên belav kirin.
Basnews