• Saturday, 22 February 2025
logo

Ji Ciwanmerd Kulek piştî 9 salan romaneke nû: Zemanekî li Sê Welatan

Gulan Media February 9, 2025 Hunerî
Ji Ciwanmerd Kulek piştî 9 salan romaneke nû: Zemanekî li Sê Welatan

Romana nû ya Ciwanmerd Kulek a bi navê “Zemanekî li Sê Welatan” ji Pall Weşanê derket.

Zemanekî li Sê Welatan şeşemîn romana nivîskar e û ew piştî 9 salan bi romaneke nû derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.

Ciwanmerd Kulek di vê romana xwe de tarîxeke din ava dike û dide pey şopa doza sê malbatan a di dema şikestin û raperînên li Sê Welatên Kurdistanê de.

Zemanekî li Sê Welatan berê xwe dide pêşerojê û paşerojeke din jê saz dike.

Nexşe û nîzamên ji yên îro cudatir tên danîn li dinyayê. Herba Mezin tenê du salan dewam dike. Monarşî ne li Romê, ne jî li nav Ûris hildiweşe.

Li Sê Welatên Kurdistanê yên di navbera zilhêzan û werçerxên mezin de dinalin, çerxa felekê bi raperîn û şikestinan digere heta ku dewleteke nû ava dibe.

Her di wê demê de, dozeke ku bi dirêjahiya nifşan didome qedera sê malbatan serobino dike.

Li aliyekî mehkûmî, rev û gera li pey heyfê, li aliyekî din hêvî, mirad û bênesîbî.

Li aliyekî mirovên winda, li aliyekî miriyên ku hîn jî li nav zindiyan digerin û bêdengî, bêdengiyeke ku her tiştî ji nû ve dide sehkirin.

Ciwanmerd Kulek piştî neh salan bi romaneke nû tê pêşberî xwendevanên xwe û wan dibe zemanekî dûr ê tijî ji serhatî û bîrhatiyan.

Zemanekî li Sê Welatan, şiîreke dirêj û bênavber dinehwirîne li ser çarenivîsa mirovan.

Ciwanmerd Kulek kî ye?

Ciwanmerd Kulek sala 1984an ji dayik bû. Romana wî ya yekem Nameyek ji Xwedê re 2007an çap bû.

Ji bilî romanên Otobês (2010), Zarokên Ber Çêm (2012), Defterên Perrîdankan (2014) û 20:39 (2016) heta niha sê kitêbên wî yên çîrokan derçûne: Çar Yek (2015), Çar Neçar (2017), Çar Mîx (2019).

Yekane berhema wî ya ne-pexşan bi navê Strana Şev û Rojekê çap bûye ku tê de formên helbestî yên zargotina Kurdî hatine bikaranîn.

Gotarên wî yên ku di navbera salên 2009-2021ê de hatine nivîsîn bi navê Serê We Neêşînim: Qiseyên Dûdirêj sala 2022yan wekî kitêb çap bû.

Ciwanmerd Kulek her wiha ev berhemên edebî ji zimanên Îngilîzî, Spanyolî û Tirkî wergerandine Kurdî: Hetîketî (J. M. Coetzee), Li ber Sikratê (William Faulkner), Dublînî (James Joyce), Serencama Mirinekê (G. G. Márquez), Beriya Şewitî (Juan Rulfo), Keleha Spî (Orhan Pamuk), Li Çiyayên Andê (M. V. Llosa), Xewn û Xeyal (J. L. Borges), Serpêhatiyên Aliceê li Welatekî Ecêb (L. Carroll), Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde (R. L. Stevenson), Gatsbyê Bêhawe (F. S. Fitzgerald).

Xwendevan dikarin vê kitêbê bi rêya online bikirin û ji pirtûkfiroşan bixwazin.

 

Rudaw

Top