Wêneyên nû yên veşartina Hejar Mukriyanî

Îro 34 sal di ser koçkirina Hejar Mukriyanî re derbas dibe ku yek ji mezintirîn helbestvan,wergêr nivîskar û helbestvanên Kurdan bû. Di vê salvegerê de Rûdaw cara yekem hin wêneyên merasîma veşartina wî ya axê belav dike.
Wêne ji aliyê Xalid Mam Qadir, wênekêşê Kurd ê xelkê Mehabadê ve hatine girtin. Wek di wêneyan de tê dîtin, Serok Mesûd Barzanî û komek ji rêberên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, Zeîm Elî, Frenso Herîrî, hejmareke zêde ya kesayetiyên Rojhilatê Kurdistanê û kadroyên PDKyê beşdarî merasîmê bûne.
Xalid Mam Qadir, ji Rûdawê re behsa bîranînên wê rojê (21.02.1991) kir û got, "Bi hezaran kes bi dilekî xemgîn û girî beşdarî merasîma veşartina vî helbestvanê payebilind ê gelê Kurd bûn."
Xalid Mam Qadir behsa wê rojê kir û wiha domand:
"Ew roj ji bîra min naçe, min dît ku Cenabê Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî çiqas dilgiran û bêtaqet bûne.
Wê demê hizrek li ba min çêbû, Hejar Mukriyanî ji malbata wan e, bi taybetî dema ku di roja ewil a sersaxiyê de li Mizgefta Sora Mehabadê min dît ku Serok Barzanî li bin wêneyê Hejar Mukriyanî rûniştibû, çavên wî tije hêsir û dilê wî tije xem bû."
Wênekêşê Kurd ê ji Mehabadê, bal kişand ku roja veşartina Hejar Mukriyanî, gelekî sar û hişk bû, tevî vê yekê bi hezaran kes beşdarî sersaxiyê bûn.
Hejar Mukriyanî kî ye?
Ebdulrehman Mihemed Şerefkendî ku bi navê Hejar Mukriyanî dihat naskirin, 13ê Nîsana 1921ê li bajarê Mehabadê ji malbateke rewşenbîr û kurdperwer hat dinyayê.
Bavê Hejar, Hacî Mela Mihemed Şerefkendî, kesayetiyekî diyar ê Kurdistanê bû û birayê wî yê biçûk, Dr. Sadiq Şerefkendî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû ku sala 1992yan li Almanyayê hat şehîdkirin.
Sala 1976an, dema ku Şoreşa Gulanê dest pê kir, Hejar Mukriyanî yek ji wan têkoşeran bû ku Kurdên koçber ên Başûrê Kurdistanê teşwîq dida ku piştgiriyê bidin şoreşê.
Hejar Mukriyanî di 2.12.1989an de di Kongreya 10emîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê de, ji aliyê Serok Barzanî ve bi Madalyaya Barzanî hat xelatkirin.
Rewşenbîrê Kurd Hejar Mukriyanî di 21.02.1991ê de li bajarê Kerecê yê rojavayê Tehranê koça dawî kir û li goristana navdaran a bajarê Mehabadê hat veşartin.
Rudaw