• Wednesday, 15 May 2024
logo

Maykil Genter bo Gulan: Di berjewendiya Civaka Nêvdewletî deye ku pêşwaziyê li dewleta serbixwe a Kurdistanê bike

Gulan Media January 21, 2016 Dîmane
Maykil Genter bo Gulan: Di berjewendiya Civaka Nêvdewletî deye ku pêşwaziyê li dewleta serbixwe a Kurdistanê bike
Maykil Genter profîsorê zanistên siyasî li zanîngeha Tênnês û birwanameya diktora di biwarê pêwendiyên nêvdewletî de li zanîngeha Kênt Stênt bidestxistiye, xudanê heft pirtûkane li ser xebat û têkoşîna kurdî, bi dehan pirtûk di derbarê Rojhilata Naverast de nivîsîne, ji bo helsengandin û şirovekirina hilweşandina dewletên Rojhilata Naverast û egerê dirustbûna dewletên nû di encamê şerê li navçeyê de, Gulan dîmaneyek pêre encam da û wî bi vî rengî bersiva me da.
Maykil Genter profîsorê zanistên siyasî li zanîngeha Tênnês û birwanameya diktora di biwarê pêwendiyên nêvdewletî de li zanîngeha Kênt Stênt bidestxistiye, xudanê heft pirtûkane li ser xebat û têkoşîna kurdî, bi dehan pirtûk di derbarê Rojhilata Naverast de nivîsîne, ji bo helsengandin û şirovekirina hilweşandina dewletên Rojhilata Naverast û egerê dirustbûna dewletên nû di encamê şerê li navçeyê de, Gulan dîmaneyek pêre encam da û wî bi vî rengî bersiva me da.

* Rewşa Rojhilata Naverast ta astekî tevhev û ne arame, ku nayê zanîn kî bi kê re şer dike, herwiha nayê zanîn kî hevpeymaniyê bi kîjan alî re dike, di nav sinûrê ev dewletên ku hene de kêşe nayên çareserkirin, gelo ta çiqasî welatên Rojhilata Naverast bi xwe fakterê serekîne ji bo vê tevhevî û nearamiya niha li navçeyê hene?

- piraniya welatên Rojhilata Naverast bidestçêkiriyê împryalîzmê ne paş şerê cîhanî yê yekê, lewra ev dewletên destgirt di hinek halet da wek Îraq û Sûriya selimandin ku nikarin kêşeyên xwe çareser bikin, lewra xelkê wan berê xwe dane gropên nejadî wek kurd û taîfî wek sune û şîe ji bo çareseriya kêşeyan.

* axaftineka bi navûdeng heye: şer dewletê çêdike û dewlet jî şer çêdike, heger dewletên neteweyî yên hevçerx li gor vê axaftinê berhema şerê 30 salî yê ewropa be, wiha gereke ev şerê nû jî dewletên nû dirustbike. Pirsyar ew e eger ev şer e dewletên nû çêneke gelo çawa şer wê bi dawî were û aramî vegere navçeyê?

- tenê bi derbazbûna demê re em ê bizanin çi wê li Sûriya û Îraqê çêbibin, ew jî yan çend qewarên nû yên biçûk û nejadî û taîfî wek hev yan federalî yên zeîf-mezintir wê derkevin. Têgeha Ocalan ji bo otonomiya demokrasî û ne navendî eger tuneye peydabibe bi berçavgirtina hebûna berdewam a deshelata siyasî.

* li gor ew pênaseya ji bo dewletên hevçerx tê kirin, gereke dewlet bikare axa xwe biparêze û serweriya yasayê peydabike û dezgehan bi başî bixe tevgerê de, lê li dewletên niha yên rojhilata naverast, dewlet nikare axa xwe biparêze ne serweriya yasa û ne dezgehan, gelo ev wê watayê nade ku gereke hizir di şêwazekê din yê dewletê û di nav sinûrên nû de were kirin?

- belê, heger hizir di corekî nû yê qewareyê de neyê kirin, wê bi her halî tiştekî nû were pêkanîn.

* ji dema ku li 2014ê dewleta xelafeta îslamî çêbû, ji bilî Herêma Kurdistanê li Îraqê, tu dewleteke din nikariye trorîstên DAIŞê bişkînin, niha Herêma Kurdistanê ne dewlete û hewlên xwe dide ku dewletê avabike, bi nêrîna te gelo ne baştire Civaka Nêvdewletî ji bo şikandina terorîstan li ser erdê, pêşwaziyê li vê dewletê bike?

- bi şêweyekî nimûneyî baştirîn tişt ji bo Civaka Nêvdewletî ew e ku pêşwaziyê li Hukumeta Herêma Kurdistanê a serbixwe bike, lê egerê çêbûna vê yekê tuneye bi berçavgirtina pêwîstiya seqamgîriyê, lewra gereke Hukumeta Herêma Kurdistanê bi xwe wê biryarê bide ka baştirîn demê guncayî ji bo ragihandina serbixweyiyê kengî ye, lê pêwîste hewla bidestxistina razîbûna ne fermî a Emerîka û Turkiya û Îranê bidin.

* niha herdu dewlet Îraq û Sûriya wek du dewletên xudan serwerî nemane, ev du dewlet bûne qada hevrikiya mezhebgerî şîe û sune , lê heta niha Civaka Nêvdewletî û li serê wan Emerîka, behsa yekperçeyî û serweriya van du dewletan dike ku wek dîfakto nemane dewlet, gelo ev ne xwedûrkirine ji çareserkirina kêşeyan?

- Belê her ji ber vê yekê gereke hikumeta herêma Kurdistanê biştirîn biryara xwe bide ku rewşa wê guncaye ji bo serbixweyê.
* Nêrîna we li ser rêfrandoma ragehandina serxwebûna kurdistanê çawaye?
- Em tev dizanin ku piraniya kurdan serxwebûnê dixwazin heya niha du caran di rêfrandomên ne fermê de ev yek ji me re xuya buye, dema seranên herêma Kurdistanê wexta ragehandian serxwebûnê xuyadikin, wê çaxê baştire piştbestina rêfrandoma fermê biken ku li jêr serperiştiya UN ê be , lê ji ber nebaşiya rewşa niha ya siyasî û abûrê renge ev pirose niha hesan nebe.

Wergeran j.k.x
K.Kalo
Top