• Tuesday, 14 May 2024
logo

Balyoz Nansî Soderbêrk bo Gulan: serok Barzanî proseya serxwebûna Kurdistanê ragihandiye û di amadebaşiyê de ye ji bo encamdana rêfrandomê

Gulan Media January 7, 2016 Dîmane
Balyoz Nansî Soderbêrk bo Gulan: serok Barzanî proseya serxwebûna Kurdistanê ragihandiye û di amadebaşiyê de ye ji bo encamdana rêfrandomê
Guhertinên li Rojhilata Naverast, hemû alî gihandine wê baweriyê ku navçe pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû li mîkanîzmeke guncayî bigerin ji bo çareserkirina kêşeyan û vegerandina corek ji aramî û tenahiyê ji bo navçeyê, lê pirsyara giring ew e, gelo ev mîkanîzme wê çawa kêşeyan çareserbike û wê çawa kar bike

Guhertinên li Rojhilata Naverast, hemû alî gihandine wê baweriyê ku navçe pêwîstî bi wê yekê heye ku hemû li mîkanîzmeke guncayî bigerin ji bo çareserkirina kêşeyan û vegerandina corek ji aramî û tenahiyê ji bo navçeyê, lê pirsyara giring ew e, gelo ev mîkanîzme wê çawa kêşeyan çareserbike û wê çawa kar bike? Ji bo axaftin li ser rewşa niha a navçeyê û paşeroja pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Emerîka de, me ev dîmane bi balyoz Soderbêrk re encamda ku ew jî yek ji karekterên bi ezmûnae ku zêdetir ji 30 salan di siyaseta derve a Emerîka de karkiriye û niha ew rastewxo li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê kardike.

* em niha dibînin ku hejmarek çekdarên ewropî li Sûriya û Îraqê hene û piraniya wan xortin, ev yeke çawa tê lêkdan? Tu hizirdikî ku boçûnên olî yên tundrê bala wan kişandibe yan tiştekî din heye? Herwiha çawa rojava û neteweyên hevgirtî bi giştî giringiyê bi çareseriya kêşeya DAIŞê didin li Sûriya û Îraqê?

- ez dibînim ku çend gavên zana hene gereke werin avêtin, yekemîn ew e ku hewalgîriyeke pir baştir hebe ku bizanibe kî kuve dere, bi taybet paş êrîşên Parîsê, bişêweyekî serekî pêwîste Ewropa temaşe bike ku ew xortên ku neweya duyem a koçberanin, çawa nikarîne wan têkelbikin û regezperestî û şovenîzim û tirs li hemberî wan neyê kirin, her xêzaneke neweya yekem a koçberan dixwaze cihekî aram hebe û derfeta wan hebe têkelî civakê bibin, ev yeke li Ewropa hinekî baştire lê li Emerîka ne wihaye, tevgera dijî penaberan vê kêşeyê xerabtir dike. Bişêweyekî ferehtir gereke civaka nêvdewletî wê yekê bibîne ku DAIŞê cihekî aram heye li Îraq û Sûriyê û gefeke rastewxoye bo me ji ber ku armanca wan êrîşkirine bo ser Ewropa û Emerîka û hemû cîhanê, lewra gereke ew lezêbikin ji bo bidestxistina wan navçana, ew jî bi rêya şandina hêzên zêdetir yên beja bo Îraqê û li Sûriya bi piştevanîkirina leşkerê Esed ji bo bidestxistina wan navçan û çareseriya kêşeyê bi rêyên siyasî.

* li gor hin lêkolînan, sedema ku kirî Seûdiye hevpeymaniya li dijî DAIŞê rabigehîne, ew bû ku Seûdiye ji wê yekê bê hêvî bû ku serok Obama kêşeya Sûriye û Îraqê çareserbike, lewra ew dixwaze pirsên asayîşa herêmê bixe destê xwe, tu bi vê hizirê re yî yan sedemên ev hevpeymaniya nû çine û çawa ev yeke wê kartêkirinê li encamên helbijartinên Emerîkayê bike?

- destpêkê gereke em bêjin ku Seûdiye welatekî sune ye û danpêdanê bi wê rastiyê dike ku kêşeya terorîstên DAIŞê, kêşeya suneyane, lewra ez dibînim ku pirsa ragihandina hevpeymaniyeke îslamî li dijî terorîstên DAIŞê, kêmtir pêwendî bi rêveberiya Obama ve heye û zêdetir pêwendî bi serkirdatîkirina cîhana erebî û îslamî ve heye, bi ew hizira ku pêwîste di nav cîhana îslamî û erebî de corek ji hevgirtin û hevpeymaniyê hebe ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, ev karekî başe. Derbarê ka ev gava Erebistana Seûdî çi kartêkirinê li helmeta helbijartinên serokatiya Emerîka dike, bêgoman pirsa rûbirûbûna teror û kêm xemiya rêveberiya Obama kartêkirineke mezin li raya giştî a Emerîka dike û dibe sedema ku kandîdên teqlîdî werin nav proseyê û li ser vê pirsê kêbirkêya helbijartinan bikin, lê ev core hewlane bi tu şêweyan karîgeriyê li ser siyaseta derve a Emerîka nake.

* eşkereye ku Îran li ser astê hevrikiyên herêmî, kêbirkê bi Seûdiyê re dike û di heman dem de ew ne beşeke ji ev hevpeymaniya îslamî a ku Seûdiye ragihandî, li ser pirsa Sûriye û Îraqê jî, Îran piştevaniya hukumeta Bexdadê û mana Beşar Esed dike li Sûriyê, gelo ta çiqasî ev hevpeymaniya ku Seûdiye ragihandî, dabeşbûna taîfî zêdetir dike û hevrikiyên di navbera Seûdiye û Îranê de kûrtir dike?

- xuyaye li Îraq û Sûriyê hevrikî û kêşe di nabera sune û şîe de heye û heta ev hevrikiye berdewam be wê rewş xerabtir bibe û milmilaniya di navbera Seûdiye û Îranê de jî zêdetir bibe, wate daku sinûrek ji vê rewşê re were danîn gereke hemû alî berê xwe bidin ew fakterên ku dibine sedema çareseriya kêşeyê yan çawa tê çareserkirin. Lewra pirsyar li vir ew e gelo ew hevpeymaniya îslamî a ku Seûdiye pêkaniye dikare wan armancan pêkbîne ew ên ku li ser hatiye pêkanîn? Ku ez li hevkêşeya siyasî dinêrim, ez dibînim ku ev hevpeymaniye nikare kêşeyê çaresebike, ya destêwerdana Îranê kêşeyê çareserbike, di rastiyê de herdu alî şerê bi wekalet dikin, lewra baştire îran beşdar be di hewlên çareserkirina kêşeya Sûriya de.

* derbarê hêzên pêşmerge, piştî rizgarkirina Şengalê bi alîkariya hêza esmanî a Emerîka û herwiha amadebûna serok Barzanî li eniyên şer, gelo ta çiqasî ev serketina pêşmerge bûye handerek ji bo hevpeymanan ji bo jinavbirina yekcarî a terorîstên DAIŞê?

- berî her tiştî serketinên pêşmerge bê wêne ne, lewra gereke kurd bi şerê dijî DAIŞê û serketinên xwe serbilindbin, herwiha giringe bi xwe serbilindbin ku rolekî mezin di şerê şikandina DAIŞê de dibînin, vê yekê jî wiha kiriye ku Emerîka zêdetir piştevaniyê bike.

* gelo tu dibînî ku di ev hevkêşeya nû de kurd bûye hevpeymanekî nêzîkî Emerîka di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de?

- piştrast niha kurd ew karekterê serekî ye ku dikare li ser erdê bi hemahengiya bi hêzên esmanî yên Emerîka û hevpeymana re terorîstên DAIŞê bişkîne, lewra kurd wek hevpeymanekî bawerpêkirî yê nêzîkî Emerîka tê hejmartin.

* ev axaftinên ku tu bi piştrastî dibêjî ew yeke jê tê xwendin, ku Emerîka wê ji hemû rûyan ve baştir hevkariya kurdan bike?

- belê ez piştrastim ji ew axaftinên ez dikim, bi eşkereyî me ew piştevaniye kiriye di civînên xwe yên bi deshelatdarên mezin yên hukumeta Emerîka re, ku gereke çekên giran û pêdawîstiyên zêdetir yên leşkerî bidine Hukumeta Herêma Kurdistanê, herwiha li ser astê bilind yê rêveberiya Emerîka ew yeke hatiye tekez kirin ku kurd hevparê bihêzin di vî şerî de, ji vê zêdetir serok Barzanî pir caran daxwaz kiriye û tekez li ser wê yekê kiriye ku zêdetir hevkariya pêşmerge û Hukumeta Herêma Kurdistanê bikin û li ser vê pirsê danûstanên me berdewam in.

* win ji nêzîk ve kar li ser pirsên Herêma Kurdistanê dikin, herwiha we gelek rasparde jî hebûn ji bo civaka nêvdewletî, gelo heger tu bixwazî raspardeyê bidiye Herêma Kurdistanê tuyê çi ji me re pêjî?

- berî her tiştî ez dibînim ku şerê DAIŞê şerekî dirêje û gereke kurd amadebe ji bo ev şerê dirêj yê li dijî terorîstên DAIŞê, ji bo vê jî gereke di vî şerî de kurd hemahengiyê bi hêzên hevpeyman û herwiha bi hêzên din yên li Îraq û Sûriyê re bike, hemû texmîn jî dibêjin ku şerê li dijî terorîstên DAIŞê wê şerekî giran be û hêza pêşmerge û Herêma Kurdistanê jî û li hemberî serê riman bin û gereke ev yeke bilind were nirxandin. Derbarê rewşa siyasî a Herêma Kurdistanê jî û gav avêtin ji bo serxwebûnê, eşkereye ku serok Barzanî proseya serxwebûna Kurdistanê ragihandiye û di amadebaşiyê de ye ji bo encamdana rêfrandomê ji bo serxwebûna Kurdistanê, lê serok Barzanî dibêje: destpêkê gereke em terorîstên DAIŞê bişkînin û paşê rapirsiyê encambidin, pirsa rêfrandomê pirseke giringe û gereke hewil ji bo wê yekê bin ku piştgiriya nêvdewletî ji bo wê rêfrandomê misoger be û pilana Herêma Kurdistanê ji bo rêxistina Kurdistanê bi hemû aliyan re diyalog li ser were kirin, ez piştrastim ku serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bi Emerîka dişêwirin û herwiha bi welatên navçeyê re jî li ser vê pirsê diyalogê dikin, derbarê helwêsta Emerîka ez dibînim heger welatên navçeyê bi diyalog bi Herêma Kurdistanê re rêkbikevin, wê demê Emerîka supasiya wan bike.
Top