Doskî bo Gulan: hildana Ala Kurdistanê ji aliyê Hukumeta Turkiyê ve, bi pêşveçûnekê nayê nirxandin
Rewşa navçeyê ji hemû rûyan ve ber bi guhertineke mezin ve diçe, di nav vê rewşê de Kurdistan bûye fakterekî serekî di nav hevkêşên siyasî de û hemû cîhan hevhizre li ser wê yekê ku pêwîste Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bi başî were pirçekkirin, di asoya vê rewşê de tê texmîn kirin
Rewşa navçeyê ji hemû rûyan ve ber bi guhertineke mezin ve diçe, di nav vê rewşê de Kurdistan bûye fakterekî serekî di nav hevkêşên siyasî de û hemû cîhan hevhizre li ser wê yekê ku pêwîste Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê bi başî were pirçekkirin, di asoya vê rewşê de tê texmîn kirin ku guhertinên mezin li navçeyê çêbibin û doza kurdî gaveke mezin ber bi pêşve biçe û Kurdistan ber bi dewleteke serbixwe ve biçe. Ji bo axaftin li ser vê rewşê û van guhertinan bi giştî, me ev çavpêketina taybet bi siyasetmedar Necman Doskî endamê berê yê pîlotbîroya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê re encamda û wî bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulanê da.
* rewşa niha a navçeyê di guhertineke hestyar û aloz re derbaz dibe, di demekê de ku serketinên pêşmerge bala hemû cîhanê kişandiye, hemû alî texmîna paşerojeke geş ji bo Kurdistanê dikin, gelo wek siyasetmedarekî tu çawa van guhertinan dixwînî?
- niha rewşa Rojhilata Naverast û tengasî û kêşeyên wê bi ser du mihweran de parvebûne. Raste wek berê cemserbendiya biloka soşyalîst û rojava nemaye, lê carek din Rûsiya bi hêz hatiye navçeyê û milmilaneyeke mezin di navbera herdu hêzên mezinên cîhanê (Emerîka û Rûsiya) de destpêkiriye, ji aliyekî din ve bi hatina terorîstên DAIŞê rewşa siyasî û cografî a navçeyê hatiye guhertin, dewletek di bi deshelata DAIŞê de ye ku jê re dibêjin (Dewleta Îslamî) ku nîvê Îraq û Sûriyê dagîrkirine, ev hemû bûyerên mezin bê goman guhertinên mezin wê li pê werin, herwek çawa piştî her şerekî mezin yê cîhanî guhertinên mezin çêbûne. Bo nimûne piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, nexşeya SayksPîko temama nexşeya navçeyê guhert û çendîn dewlet jinavçûn, herwiha çendîn dewletên nû hatin avakirin, niha di vê rewşê de ku ev jî her şerekî cîhaniye û hemû cîhan li dijî DAIŞê seknîne, çi nemaye bigehin wê yekê ku baweriyê bi tiyora pêkdadana şaristaniyetan a Hintingtinê bînin, lewra em wek kurd gereke em hewil bidin mifayê ji vê rewşê bibînin û em xwe amadebikin û ku di vê rewşê de ziyandar nebin. Niha ku em behsa damezrandina dewleta Kurdistanê dikin, gereke em kar ji bo vê pirsê bikin, niha baştrîn derfet hatiye pêş û pir navendên hizir û lêkolînan behsa gorankariyên cografî û serjinûve daraştina nexşeya navçeyê dikin, amajê bo wê yekê dikin ku êdî herdu welatên Sûriya û Îraqê wek dewlet nemane û gereke carek din werin dirustkirin, vêca di vê jinûve dirustkirinê de renge herdu welatên Îraq û Sûriya bibin çend dewletek, di nav vê rewşê de çend dewletên mezin jî hene wek Îran, Turkiya û Seûdiye, niha ev dewlet nûneratiya dewletên îslamî û erebî dikin, lewra ew ê hizir di paşeroja xwe de jî bikin li vê navçê û her tiştekî bînin ber çavê xwe, çavdêriya wê yekê bikin ka ev rewşe di paşerojê de ber bi kuderê ve diçe. Gelo Sûriya û Îraq wê perçebibin yan perçe nabin? Lewra jî di nav vê kêşmekêşê de du mihwerên serekî peydabûne, mihwerek şîeye ku Îran, Îraq, Sûriya û başûrê Lobnanê li xwe digre, welatên sune li navçeyê di derbarê vê mihwerê de ji çêbûna kevana şîeyî ditirsin bi taybetî herdu dewletên Turkiya û Seûdiya, ku ew jî xwe bi nûnerê dewletên erebî û sunî dizanin, lewra di navbera van du mihweran de pêwîste kurd pir bi ajxweheyî reftarê bike û nebine qurbana ew kêşeyên dîrokî ku di navbera van dewletana de heye, heger em vegerine dîrokê em bibînin ku kêşe û milmilaneya di nabera dewleta Osmanî dewleta Sefewî de pir hişkbû, niha bi rengekî din her ev kêşe û milmilane her heye, lewra giringe em bizanin ka çawa mifayê ji vê derfetê wergirin û çawa gavan bavêjin ji bo avakirina dewleta kurdistanê bi taybetî li başûrê kurdistanê ku niha bingeha wê amadeye.
* di vê rewşê de serok Barzanî seredana dewletên kendavê kir û di çend rojên borî de seredana Turkiyê jî kir û seredanên wî li ser herdu astên navçeyî û nêvdewletî dengvedan, gelo tu çawa li seredanên Barzanî dinêrî?
- heger li ber sîbera vê rewşê em helsengandinê bo seredana serok bikin ji bo Seûdiye û welatên kendavê, wiha gereke em amajê bi wê yekê bikin ku hêzên siyasî yên Kurdistanê her ji xebata partîzanî û heta niha nikarîne pirsa kurdî û mafê kurd wek heye li cîhana erebî çi li ser astê hukumetan yan li ser astê milî bidin nasandin, ev şaşîtiya me ye me nekiriye yan hizira şovînî a erebî rêgirbûye, ev pirseke dine, lewra pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel hemû welatên erebî, ez nabêjim tenê Seûdiye, yan welatekî kendavê, belku mebesta min Misir û Urdin û welatên dine jî, xizmeteka mezin a pirsa kurdî dike, ji ber ku kêşeya me li başûrê Kurdistanê bi hukumeta Îraqê re ye, tu kêşeya me bi ereban re tuneye, lê ji ber ku ev pirse wek xwe nehatiye gihandin, renge kesên neşareza wiha bizanin ku ev kêşeye di navbera Kurd û Ereb deye, ev di demekê de ye ku me bi dirêjiya dîrokê kêşe bi hukumetên yek li du yekê yên Îraqê re bebû lê me erebên Îraqê wek netewe bi bira û cîranên xwe naskirine. Lewra seredana cenabê serok bi fermî bo şahnişîna erebistana seûdî ku ev duyemîn care seredana Seûdiye dike, herwiha seredanên wî bo welatên din yên kendavê xizmeteka mezin bi pêwendiyên navbera kurd û ereban dike, bi taybet Seûdiya ku niha serkirdatiya cîhana erebî dike, bitaybetî wek ku me dîtî li Seûdiya di astê bilind yê serok dewletan û renge zêdetir ji serok dewlet jî pêşwazî li serok barzanî hat kirin, ev wê watayê dide ku ew baweriye li cem wan jî çêbûye ku rolê kurd û Herêma Kurdistanê di nav ev kêşeyên li navçeyê çêbûne çiqas giringe, ev rastiyeke û ji bo cîhanê jî eşkerebûye, bi taybet paş serketinên hêza pêşmergeyê kurdistanê bi ser DAIŞê de, niha kurd li ser astê cîhanê bûye pirsek û li ser astê hukumetan û raya giştî jî daxwaz tê kirin hêza pêşmergeyê kurdistanê were pirçekkirin, renge ez ji pir kesên din zêdetir ev seredana serok Barzanî a ji bo kendavê û Seûdiya giring dibînim, ji ber ku kêşeya me li kurdistana başûr bi dewleteke erebî re ye, lewra heger em bixwazin ji Îraqê cuda bibin û serbixwe bin, wiha wate kêşeya me bi perçeke erebî re heye, lê heger pêwendiya me bi dewletên erebî re başbin û ew têbigihin ku em ji bo wan çiqas giringin, renge wê demê damezrandina dewleta kurdistanê qebûl bikin, ne ku dijatiyê bikin û retbikin. Bi taybetî jî li ser astê dewletên kendavê bigiştî û Seûdiye bi taybetî ku kartêkirineke mezin li ser astê navçeyî û nêvdewletî li ser pirsên siyasî heye. Ev pêşwaziya gerim a ji bo serok hatî kirin bêgoman mirov wê yekê jê dixwîne ku nêrîna Seûdiye derbarê doza kurdî bi giştî guhertineke mezin bi xwe ve diye, Seûdiye dibîne ku take alî li navçeyê ku di çarçova erebê sune û ereban de be, serok Mesûd Barzanî ye, herêma Kurdistanê ev hemû rewt û rêzên erebên sune ji mirin û ji navçûnê parastiye, Seûdiyê ji wê yekê famkiriye ku di nav ev kirêzên mezin yên di navbera sune û şîe de kurd cemserekî serekî ye ji bo çareseriyê, ji ew pêşwaziya gerima ji bo serok Barzanî re xuyadibe ku Seûdiye nêrîna xwe ji aliyê stratîjî ve guhertiye. Lê giring ew e ku em bizanin berjewendiya me de ku deye, wate giringe aliyê siyasî li Herêma Kurdistanê di vê derbarê de yek nêrîn û boçûna siyasî hebe û ev nebe guzarişteke siyasî. Mebesta min ew e ez naxwazim ev seredana serok Barzanî xwendineke partiyane ji bo were kirin. Raste niha kêşeya serokatiyê heye, lê di rastiyê de niha cenabê kak Mesûd serokê herêmê ye û wek serokê Herêma Kurdistanê kar pêre têkirin, ne tenê wek serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, gereke ev di xizmeta miletê kurd de be û gereke hêzên siyasî yek hizir û boçûn bin, raste nakokî di navbera hêzên siyasî de hene li ser hinek kêşe, lê di hinek pirsên ku girêdayîne bi paşeroj û kêşe û kiyana kurdî, wiha gereke hêzên siyasî ji hev nêzîkbin.
* ê di derbarê seredana serok a ji bo Turkiya de?
- di çend salên borî de pêwendiyên Herêma Kurdistan û Turkiyê, pêşveçûneke mezin bi xwe ve dîtiye, heta em venegerin dîrokê û careke din nêrîna Turkiyê wek dewlet li hember kurdan nehînin ber çavê xwe û bi niha re berhevnekin, em ê nizanibin çi guhertineke mezin çêbûye, tê bîra min li serdemê Silêman Demîrêl, turkiye di astekî de li dijî damezrandina dewleta Kurdistanê bû ku digot, heta eger dewleta Kurdistanê li Efrîqa jî çêbibe em ê li dijê bin û em nahêlin, lewra guhertineke pir mezin di pêwendiyên di navbera Turkiye û Herêma Kurdistanê de çêbûye, fakterê herî mezin yê vê guhertinê, dîplomasiyeta serok Mesûd Barzanî Nîçirvan Barzanî serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê bû, dîsa jî ez ê bêjim raste fakterên din jî hebûn ji bo guhertina nêrîna Turkiya li hember kurdan, lê fakterê serekî dîplomasiya serokê Herêma Kurdistan û serokê hukumetê bû, turkiya ku li serdemê Demîrêl li dijî dewleta kurdî bûbe li Efrîqa, niha her ew Turkiye ye ku li Hewlêrê konsolgeriya xwe heye, serok û wezîr û wezîrê derve yê Turkiyê bi xwe tên seredana Herêma Kurdistanê dikin, ji vê jî zêdetir û wek me di seredana vê carê a serok Barzanî de dîtî, li Turkiyê bi venana fermî a Ala Kurdistanê pêşwaziyê li serokê Herêma Kurdistanê dikin, ev bûyere pêşdeçûneke ku renge li cem me hemûyan wek xeyalekê be, heta siyasetmedarên Kurdistana Bakur jî pirsa venana Ala Kurdistanê bi şêweyekî fermî ji aliyê Turkiyê ve bi pêşdeçûneke giring wesif kirin, ji ber ku ev cara yekemîne dewleta Turkiyê bi şêweyekî fermî Ala Kurdistanê di pêşwaziya serok Barzanî de datîne, ev bi xwe danpêdananeke bi Herêma Kurdistanê. Bi rastî ev pêşketineke mezine, eger em li ser vê yekê helsengandinê, niha Herêma Kurdistanê ji bo Turkiyê pir giringe, herwek çawa dewleta Turkiya ji bo me giringe, kêşeya me li Kurdistana başûr bi dewleta Îraqê re ye, niha Îraq di mihwerê Îran û Rûsiya de ye, lewra li hember wê pêwîstiya me jî bi dergehekî heye ji derveyî van dewletan, ji aliyekî din ve pêwendiya abûrî û bazirganî a Herêma Kurdistanê pêwendiyeke ferehe û salane digehe 10 milyar dolar, lewra dirustkirina ev tora pêwendiyên abûrî û bazirganî û siyasî bi welatekî navçeyî û mezin û di nav hevpeymaniya NATOyê de, ji bo Kurdistanê pir giringe, ji aliyekî din ve Herêma Kurdistanê ji bo Turkiyê pir giringe bi taybet paş ku Rûsiya hate nav kêşa Sûriyê, navbera Rûsiya û Turkiya têkçûye, herwiha navbera Îraq û Turkiya jî têkçûye, navbera Turkiya û Îranê jî ne başe û em dizanin peywendiya Îranê bi rejîma Esed re çawa ye, Receb Teyib Erdogan serok komarê Turkiye bi zelalî dibêje: siyaseta Îranê li navçeyê siyaseteke hander a mezhebî ye, wate hereşeye bo ser asayîşa nîştimanî a Turkiya, lewra di vê hevkêşê de Herêma Kurdistanê ji bo Turkiya pir giringe, ez hêvîdarim ku ev pêwendiyane di xizmeta herdu aliyan de be û ne li dijî tu aliyan be, fakterek be ji bo xizmeta çareseriya aştiyane a doza kurd li Turkiyê bi taybet ku her dem Herêma Kurdistanê ûcenabê serok Barzanî rolekî mezin hebûye di handana hukumeta Turkiyê de daku bi şêweyekî siyasî û aştiyane kêşeya kurd li Turkiya çareserbike. Berî helbijartinên vê dawiyê yên turkiya proseya aştiyê li Turkiya asteng bû û sekinî, paş ev seredana serok hêvî heye ku ew proseye carek din destpêbike, bi taybet ku serok Barzanî bi HDPê û siyasetmedarên bakur re civiya, lewra bi berçavgirtina rola serok Barzanî di proseya çareseriya aştiyane a kêşa kurd li Turkiya de, niha tê omêdkirin ku heman rolî bibîne û hukumeta turkiya û kurdên bakur li derdora mêzekê kombike daku cardin proseya aştiyê destpêbike, ev jî xizmeteke mezin ji bo doza kurdî dike.
* eger em behsa azadkirina Şengalê bikin, xuyaye ku ev operasyone jî serketineke din a mezin a hêza pêşmergeyê Kurdistanê bû bi ser terorîstên DAIŞê, pir pispor vê serketinê bi pêşveçûnekê di şerê DAIŞê de binavdikin, gelo azadkirina Şengalê ta çi astî giring bû?
- dagîrkirina Şengalê birînek bû di canê her kurdekî de, bi taybet ew ê pir hestê her takekî birîndar kirî, ew reftarên ne mirovane bû ku terorîstên DAIŞê li dijî kurdên êzîdî kirin û keç û jinên wan revandin, lewra heta Şengal nehat azadkirin, êşa vê birînê pir giran bû û bi azadkirina Şengalê ev êşe kêmbû, operasyona azadkirina Şengalê ku cenabê serok bi xwe serpereştî dikir, dastanek bû ji bo kurd hate tomarkirin, bi rengekî bû ku tu kesî texmîn nedikir ku kêmtir ji du rojan ew navçeya fereh were azadkirin. Ev du salin hukumeta Îraqê hewildide û nekariye Rumadî, yan Feluce yan Germik azadbike, ji rûyê cografî ve Şengal wek wan navçana mezine, lewra ew serkeftine dastanek bû pêşmergeyê Kurdistanê tomarkir, û vê dastanê bala hemû cîhanê kişand, bi azadkirina Şengalê hate selmandin ku di şerê DAIŞ de tenê pişt bi hêza pêşmergeyê kurdistanê ve tê girêdan, vê yekê wekir ku pêşmerge û kurd li cîhanê bibin sîmbol, tu kes nikare înkara mezinahiya vê serketinê û vê dastanê bike, mixabin hinek aliyên siyasî ji bo berjewendiyên teng yên partatiyê hewildidin ev dastana mezin biçûk bikin, lê ew aliyane şaşîtiyê dikin, ji ber ku ev serketina mezin bi destê pêşmergeyên kurdistanê hate tomarkirin, pêşmergeyê kurdistanê jî hemû kur û birayên me ne û gereke em hemû pê serbilindbin û bi çavekî mezin li vê dastan û serkeftinê binêrin, aliyekî din yê dastana Şengalê, kontrolkirina ew rêya stratîjî bû ku herdu bajarên mezin yên di bin destê DAIŞÊ de (Musil-Reqa) bi hevdu ve girêdida, lewra kontrolkirina vê rêyê ji aliyê hêza pêşmergeyê kurdistanê ve destpêkeke ji bo şikandina DAIŞê bi giştî, ji ber ku heger berê DAIŞ bi 5 demjmêran ji Musilê diçûye Reqayê, niha 15 demjmêran û zêdetir dixwaze û ev rêye metirsiya xwe zêdetir li ser DAIŞê, herwiha azadkirina Şengalê destpêkeke ji bo azadkirina Musilê jî.
* wate, li gorî ku tenê hêza pêşmerge li ser erdê dikare ev şerê mezin bike, lewra pêşbînî tê kirin ku zêdetir alîkariyên locistî û çek û teqemeniyan pêşkêşî pêşmerge bikin û zêdetir giringiyê bi serok Barzanî bidin wek fermandeyekî meydanî daku bikarin cihên din jî rizgarbikin?
- li dezgehên ragihandinê û li ser zarê berpirsên Emerîka û Rojava tê belavkirin ku take hêza li hember DAIŞê sekinî be û serketin bi ser DAIŞê de tomarkiribe, hêza pêşmerge ye, hêzên Îraqî nikarîne wek pêşmerge parêzgariyê li axa Îraqê bikin, serkirdatiya siyasî a Kurdistanê jî ji aliyê siyasî ve hevpeymanekî bi şiyanin ji bo hevpeymaniya nêvdewletî, di demekê de em herêmekin, ne dewlet, lê kurd û pêşmergeyê kurdistanê beşekin ji hevpeymaniya nêvdewletî ku pir welatên bihêz yên cîhanê têdene, heta pêşmerge alîkariya birayên xwe şervanan jî kir li Kobanê û nehîştin Kobanê bikeve bin destê DAIŞê û ew bajar rizgarkirin, herwiha her çiqas li gor protokolên nêvdewletî çênebe pêşmerge werin pirçekkirin jî, lê welatên cîhanê bi îsrar bûn ku pêşmerge rastewxo were pirçekkirin, ji ber wê jî welatên bihêz neamadebûn hêzên bejî bişînin ji ber ku heta niha take hêza bawerî pê heye ku şerê li ser erdê yekalî bike li dijî dewleta terorîstî tenya pêşmergeyê Kurdistanê ye.
* rewşeke nazik û hestyar heye ku pêwîstî bi yekrêziyê ye, pirsyar ev e, çi were kirin daku nav mala kurdî were rêkxistin û hemû piştevaniya cenabê serok Barzanî bikin?
- her em bi niyeta bidestxistina her destkeftinekê bin jî di paşerojê de, gereke em yekrêzbin. Di siyasetê de biwarên rêkeftin û cudahiyê hene, hêzên siyasî di her tiştekî de yekdeng û yekreng nabin, ji ber ku wê demê ferealî namîne. Wate dibe ku di hindek pirsên girêdayî bi siyaseta navxwe ve hizir û nêrînên cuda hebin,çûnkî partiyek lîbrale û partiyek îslamî ye û yekî din soşyalîste ku nêrînên cuda derbarê pêşketina herêmê de hene, lê li hemû dewletên cîhanê hinek xal hene nabe cudahî di derabrê wan xalan de hebin, ew jî pirsa asayîşa netewî ye ku nabe cudahî û hevrikî di derbarê wê de hebe, mixabin heta niha ev xal nehatine destnîşankirin, wate ew hêlên sor nehatine diyarkirin ku nabe tu hêzek derbazbike, ev yek bi yasayê nehatiye destnîşankirin, her çiqas di karê siyasî de xuyaye ku em hemû daxwaza dewleteke serbixwe dikin, lê gelo em hemû di yekrê de ber bi wê armancê ve diçin? Na, wate nêrîn û boçûnên me ji bo dirustbûna wê dewletê û wê kiyanê renge nakokî têde hebin, di demekê de ku pêwîste di vê biwarê de nakokî tunebin, çûnkî niha em ne hejmareke partiyane, em herêm in û xudan hukumeteke rewa û helbijartî ne û serokê herêmê û dezgehê perlemanê ne, pêwîste ew xalên girêdayî paşeroj û kiyan û asayîşa kurdî di van dezgehan de werin wênekêşkirin û daraştin, daku hemû li ser rêkbikevin, çûnkî hemû partiyên siyasî di perleman û hukumetê de hene. Bi rastî her destkefteke ku me niha heye, bi yekrêziya hêzên siyasî a kurdî dirustbûne, her ji bereya kurdistanî heta bi niha hukumeta me heye, wate çarçovek hebûye ku hêzên siyasî têde lievkirine, wê demê destkeft bidestxistine. Raste gereke em bi geşbînî li kêşeya kurdî û Kurdistanê binêrin, lê ev wê watayê nade ku gef û teheda li ser kêşa kurdî û Herêma Kurdistanê nemane, na her mane, lê niha kurd li cihekî bihêztire li cîhanê û pirsyar ew e çawa em mifayê jê bibînin. Raste nakokî hene di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de li ser posta serokê herêmê û sîstema siyasî li Kurdistanê, ev tiştekî pir siruştî ye ku part, Partî, Yekîtî, Goran, Yekgirtû û ew ên din boçûnên xwe hebin, lê boçûna kesayetî a min wek pêwîst helsûkewt bi vê kêşê re nehat kirin, başe çima rûniştina duyem gereke dawî rûniştin ba, bila 20 rûniştinên din batana kirin, me du salên din li ser vê pirsê behsûxwas bikira baştir bû ku rewş bi vî astî gîne. Paşê ev kêşeya nuxbeya ye û nabe ev kêşeye li ser kolanan were yekalî kirin, çûnkî kolan ne cihê wê yekê ye, ev kêşeyek bû di astê perleman û serkirdên partiyan de bû û gerekbû di wî astî de bata çareserkirin, lewra pêwîst bû danûstan berdewam bana, xuyabû jî ku bi hatina ser kolanan nehate çareserkirin û niha em vegerîn çwargoşa yekemîn û pirsyar ew e kengî ev pênc aliyane wê rûniştinan bikin, lê berî niha rûniştin dahatin kirin, bila berdewam bana, çûnkî niha kêşe bûye ew ku kengî rûniştin bên kirin û çawa. Wate bi şêweyekî aqilane helsûkewt bi vê pirsê re nehat kirin. Min berî niha got rûniştina 23 mehê dirzînek bû di mala kurdî de, niha jî çareserkirin ne bi asane her çiqas ne qetnebe ye jî. Ev yeke jî bûye sedema ku encamên xerabtir peydabibin. Ez daxwazê dikim ku kêşeya kurdî bi şêweyekî mezintir were temaşe kirin ji van cudahî û nakokiyan û ev rewşe were çareserkirin. Boçûna min a kesatî ew e ku ligel rêzên min bo perlemanê ku nûnerê xelkê ye, lê ev kêşeye di dîfaktoya siyasî a kurdistanê de û di sîstema siyasî ya kurdistanê de pir ji wê yekê mezintire ku di perlemanê de were çareserkirin û gerekbû derveyî perlemanê bata çareserkirin, lê ne asan bû jî ku bi çend rûniştinan were çareserkirin, çûnkî kêşeyeke ku du boçûnên cuda li xwe digirt û ku gerekbû danûstan berdewam bana, taku digehiştin çareseriyeke navnd.
Wergêran j. k. x
K. Kalo