• Tuesday, 14 May 2024
logo

M Patrêk Kilawsin bo Gulan: Giringiya azadkirina Şengalê ne tenê serketina leşkerî bû, belku selmandina wê yekê bû ku gropên cuda dikarin bi hev re bijîn

Gulan Media December 23, 2015 Dîmane
M Patrêk Kilawsin bo Gulan: Giringiya azadkirina Şengalê ne tenê serketina leşkerî bû, belku selmandina wê yekê bû ku gropên cuda dikarin bi hev re bijîn
Profîsor Patrêk Kilawsin, lêkolînerekî Peymangeha Waşintonê ye bo siyaseta rojhilatê nêzîk, herwiha rêveberê ((Destpêşxeriya Ewlehiya Îranê)) ye li heman peymangehê, bi şêweyekî fereh rawêj pê têkirin û zêdetir ji 150 gotaran di derbarê rojhilata naverast
M Patrêk Kilawsin bo Gulan: Giringiya azadkirina Şengalê ne tenê serketina leşkerî bû, belku selmandina wê yekê bû ku gropên cuda dikarin bi hev re bijîn

Profîsor Patrêk Kilawsin, lêkolînerekî Peymangeha Waşintonê ye bo siyaseta rojhilatê nêzîk, herwiha rêveberê ((Destpêşxeriya Ewlehiya Îranê)) ye li heman peymangehê, bi şêweyekî fereh rawêj pê têkirin û zêdetir ji 150 gotaran di derbarê rojhilata naverast û abûriya nêvdewletî de nivîsîne û hejmareke pirtûkan jî di derbarê Îranê de belavkirine. Gulan di dîdarekê de çend pirsên ku taybet bûn bi stratîjiya jinavbirina DAIŞê, giringiya azadkirina Şengalê û herwiha giringiya pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatê Seûdiye re, ji wîkirin û bi vî şêweyî bersiva Gulan da.

* Niha pêşveçûn û guhertinên mezin li rojhilata naverast rûdidin, her ku diçe rewş aloztir û girantir dibe û dibe ku gerimtir jî bibe, ev bi şêweyekî taybet li welatê Sûriya raste, win çawa vê rewşê dinirxînin?

- di salên şêstiyan de berî ku Esed deshelata xwe li Sûriyê biçespîne, Sûriya welatek bû ku kevçiyê gelek hêzên derveyî têde digiriya, niha siyaseta Sûriya ji pir aliyan ve vegeriye siyaseta salên şêstiyan û nearamiyê. Cudahiyeke mezin heye ew jî ew e ku di salên şêstiyan de hêzên derveyî ku destê xwe kiribûn nav Sûriyê bi şêweyekî serekî dixwastin nifûza xwe di nav sûriyê de bihêz bikin, lê niha ew hêzên derveyî ku destêwerdanê dikin bi şêweyekî serekî dixwazin tundûtîjiyê biseknînin ku ew tundûtîjiye kartêkirinê li wan jî dike. Lewra wek em dibînin ferensî destêwerdanê dikin ne ji ber ku Ferensa dixwaze bi şêweyekî serekî nifoza xwe li Sûriyê hebe, belku ew naxwaze Sûriye bibe cihekî ku jê êrişî Ferensa were kirin, herwiha ev yeke handereke giringe ji bo serok Potîn li Rûsiya. Lewra jî Sûriya bûye cihekî ku welatên bihêz nerihetin ku tundûtîjiyên Sûriya kartêkirinê li wan jî bike û ev sedema destêwerdanê ye.

* win ev stratîjiya ku niha ji bo berengarbûn û şikandina DAIŞê tê rêvebirin çawa dinirxînin, gelo heta çi astî ev stratîjiye dikare di lawazkirin û jinavbirina DAIŞê de, serketinê bidestxîne?

- Emerîka dixwast ku stratîjiya wê a yekem ji bo êrîşkirina li ser DAIŞê, li Îraq bûya û Sûriya jî ji NATO yê re hîştibû ka çibikin, lê xuyabû ku kar wiha nehate kirin û derket ku pêwîste helmetên li dijî DAIŞê li Îraq û Sûriyê hebin, lewra gavên li dijî DAIŞê ferehtir bûn û Rûsiya û Ferensa gavavêtin û biryar dan ku çalaktir bin di şerê Sûriyê de, derencam ev şer li Îraq û Sûriyê rûdide ne tenê li Îraqê.

* tê gotin ku navçeya rojhilata naverast bi sedema hejmareke kêşeyên bingehîn dinale, û ewlehî û aramiya vê navçeyê girêdayî çareserkirina ew sedemên bingehîne, bi dariştineke din tê gotin ku DAIŞ tenê derencama wan kêşeyan e, ne sedemê kêşeyan e, pirsyar ew e gelo heger çareseriyeke bingehîn ji bo wan kêşeyan neyê dîtin di paşerojê de wê gropên wek DAIŞê dîsa peyda nebin?

- raste diltengî ew e ku heger DAIŞ were şikandin, em ê rastî rêxistineke din werin, herwek çawa şikandina Qaîdê kêşeya cîhadiyên radîkalî çaresernekir, lewra gereke di hemû biwaran de çareseriya cîhadiyên radîkal were kirin, ne tenê rêxistinekê, û ev yeke jî pêwîstî bi demê ye, ji ber ku li navçeyê kêşeyên bingehîn hene û mixabin pir hêz li navçeyê biryar dane ku girjeyiya regezî û nejadî xerabtir bikin lewra em pir karekteran dibînin ku li navçeyê hana dirustbûna girjiyên olî didin, ev yeke jî pêwîstî bi pir pir salane ku bê hêdî kirin û çareserkirin, lewra ev ne ew kêşeye ku bilez here heta heger DAIŞ jî were şikandin.

* heya ku DAIŞ bê şikandin, gereke Sune jî çalaktir beşdariyê di vê helmetê de bikin, ev jî bi wê yekê têkirin ku palder ji wan re bê peydakirin daku bi hemû şiyanên xwe bikevin nav vî şerî, hindek şirovekar behsa wê yekê dikin ku pêwîste dewleteke taybet ji wan re were çêkirin, li ew navçeyên ku niha di bin destê DAIŞê de ye, win çawa li vê yekê dinêrin?

- dîroka cîhanê ji me re dibêje avakirina dewletên nejadî piroseyeke giran û lihevalayî ye ku hertim dibe sedema şer û tengasiyan, lewra pir ji kemîneyan li rojhilata navîn baş naguncin bi ew sîstemên takalî yên taîfî, wek êzdiyan bo nimûne, lewra li şûna avakirina ew dewletên takalî, taîfî, nejadî pêwîste dewleta fereh nejadî û taîfî were avakirin ji bo ew giropên biçûk ku bi hezaran sal li cihê xwe dijîn têde bijîn, lewra gereke rêyek were dîtin ku têde erebên sune hest bikin ku desthelata wan heye û dengê wan di siyasetê de heye, lê ez hêvîdarim hewil neyê dan ji bo çêkirina dewletekê ji erebên sune re, ji ber ku ev ê piroseyeke pir giran be û wê şerekî mezin çêbibe li ser sinûrên wê dewletê û pir kemîneyên ku têde dijîn.

* şerê Şengalê û azadkirina wî bajarî, giringiyeke taybet hebû ku têde DAIŞ li ser destê pêşmergeyî û bi piştevaniya hêzên esmaniya Emerîka û hevpeymanan hate şikandin, bi nêrîna we giringiya şerê Şengalê di çi de xwe dibîne?

- ew şere giring bû ne tenê ji ber ku DAIŞ têde hate şikandin, me dît ku DAIŞ li tekrîtê jî hate şikandin, lê ji ber ku nîşanda ku xelk ji nejadên cuda dikarin bi hev re karbikin, ev jî peyameke pir giringe. Lewra pir giringe ku di şerên din jî de ev yeke were pêşandan ku ev şere ne tenê şerê giropekî ye li dijî giropekî din û ne tenê tomarkirina serketinê ye, belku gereke pêwendî bi erebên sune re were kirin û nîşanî wan bidin ku hên jî li nav civakê pêşwazî li wan tê kirin.

* derbarê rola pêşmergeyê kurdistanê, tu dibînî ku gereke piştevaniya wan were kirin ji aliyê hevpeymaniya nêvdewletî ve ku bibin hêza zemînî û beşek ji stratîjiya şikandina û jinavbirina DAIŞ û terorîzmê?

- kêşe ew ku pêşveçûnên pêşmerge li ew cihên ku nû ne, ji aliyê erebên sune ve goman lê tê kirin, bo nimûne niha bi taybet pirseke hestyar heye li Sûriya li Efrînê û cihên din, lewra heger pêşmerge pêşdeçûnê bike ji bo wan navçeyan, wiha wê nakokiyên nejadî yên metirsîdar peydabibin û ev jî wê cihê daxê be, lewra girane ji bo pêşmerge ku pêşdeçûnê li wan cihan bike ku li derveyî kontrola kurdî deye, eger wê yekê bike, wiha gereke bi yekeyên din re bike û giringe ku ejindayên dirêj tunebin li wan navçana û vegere bo sinûrên navçeyên kurdî.

* li Îraqê tiştek nemaye bi navê dewletê û ew a jê re tê gotin Dewleta Îraqê, serwerî û yekperçeyiya wê nemaye, di nav vê rewşê de kurd naxwaze êdî baca ev rewşa şikesxwarî bide, lewra karê xwe dike daku rêyeke taybet bi xwe bibîne û mafê xwe yê rewa cêbecê bike ku pêktê ji serbixweyiyê, di vê derbarê de hizir û boçûnên we çine?

- li cîhanê di mawê bîst salên bûrî de pir rewşên girêdayî bi têgeha serbixweyiyê hebûn û li civaka nêvdewletî hatin bikaranîn, wek Teymûra rojhilat yan Bosne, ew ên ku dewletên serbixwe dixwazin gereke biselmînin, gereke nîşan bidin ku di siyaseta navxwe de aramin û bi temamî rêzê li mafê mirov digrin, lewra ez dibînim ku giringe ji bo kurd û hukumeta herêma kurdistanê heger bixwazin danpêdaneke fereh a nêvdewletî bidestxin, gereke kêşeyên navxwe yên nav hukumetê de çareserbikin.

* di seredaneke giring de ji bo Erebistana Seûdî, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi rêûresmeke mezin û ji hejî hate pêşwazî kirin, giringiya vê seredanê di çi de ye?

- pir giringe bo hukumeta herêma Kurdistanê ku pêwendiyên baş bi welatên erebî re hebin û wê yekê nîşan bidin ku win dixwazin ji nêzîk ve kar bi welatên erebên sune re bikin, ev wê yekê nîşan dide ku dixwaze bi hemû civaka erebên sune re li derdora Kurdistanê karbike.

* tu nabînî ku gereke kurd nebe alîgirek di dabeşbûna di navbera sune û şîeyan de?

- mixabin li aliyê dinê sinûr li Sûriya tengasiyeke mezin di navbera YPGê û civaka erebên sune de heye û ez hêvîdarim ev yeke kartêkirinê li pêwendiyên hukumeta herêma Kurdistanê neke.

Top