• Tuesday, 14 May 2024
logo

Qasim Şeşo bo Gulan: Şengal bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî û hêza Pêşmerge hate azadkirin

Gulan Media November 27, 2015 Dîmane
Qasim Şeşo bo Gulan: Şengal bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî û hêza Pêşmerge hate azadkirin
Proseya azadkirina Şengalê ne tenê li ser astê navxoya Kurdistanê bi giştî û kurdên êzîdî bi taybetî rûdaneke dîrokî bû, belku li ser astê hevpeymaniya nêvdewletî a dijî DAIŞê jî azadkirina Şengalê wek xala guhertinê a yekalîker di şerê dijî terorîstên DAIŞê de li ser astê cîhanê tê temaşekirin û hemû cîhan matmayî li pilana leşkerî a ku rastewxo ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve dihat serpereştî kirin dinêrin ku bi hemahengî ligel hêza asmaniya hevpeymanan di kêmtir ji 48 demjmêran de hate cêbecêkirin. Proseya azadkirina Şengalê netenê êrîşeke leşkerî bû ji bo bidestxistina bajarekî, belku pilan û proseyeke leşkerî bû û armanc ji vê pilan û proseyê rehendeke stratîjî leşkerî li ser astê nêvdewletî li xwe girt, ew jî ev e ku proseya azadkirina Şengalê wate perçekirina dewleta xîlafeta îslamî a DAIŞê, ev proseye wek pilaneke leşkerî tenê ji aliyê hêza pêşmergê Kurdistanê ve hate cêbicêkirin û weke nerîteke leşkerî li jêr serpereştiya yek serkiride hate encamdan, lewra heger aliyekî siyasî paş azadkirina Şengalê hatibe nav Şengalê, ev wê watayê nade ku di proseya azadkirina Şengalê de beşdar bûye. Ji bo axaftin li ser proseya azadkirina Şengalê û paşeroja vî bajarî û vegera koçberan ji bo vî bajarî û avedankirina vî bajarî, Gulan ev dîmaneya taybet bi Qasim Şeşo fermandê fermandeya hêza Şengalê re encam da û wî ji aliyê xwe ve bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulan da.
* berî ku em werin ser giringiya azadkirina Şengalê, em dixwazin vegerin ser ew karesata mezin a bi serê êzîdiyan hatî, gelo di nav ew karesata mezin de çawa berxudan hate kirin û çawa amadekarî ji bo rigarkirina Şengalê hat kirin?

- hemû cîhan ajê heye ka êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser Şengalê û dagîrkirina Şengalê ji aliyê ew gropa terorîstî ve çiqas karesateke mezin bû. Terorîstên DAIŞê rûyê xwe yê rastî nîşanî cîhanê dan ka çiqas hov û bêrewişt û bêwîjdanbûn û ev têkilî bi îslamê ve tine ye, wan terorîstan paş dagîrkirina Şengalê tu tişt nema ku nekirin, wan hewil da ku hemû xelkê me ji jin û zarok heta pîr û kalên 120 salî komkuj bikin, heta niha jî em hejmara kuştiyên xwe bi dirustî nizanin, em bi dirustî nizanin ka çiqas keç û jinên me li cem terorîstên DAIŞê êxsîrin û hîn di bin destê wan de mane, tê texmîn kirin ku zêdetir ji 5000 welatiyên me şehîdbûn, zêdetir ji 5000 keç û jinên me heta niha li cem terorîstên DAIŞê mane, lewra ev karê bêrewişt û hovane ku terorîstan li hember kurdên êzîdî encamdanî, kareke ku hemû cîhan mehkum dike û heta tu muslimanek li cîhanê terorîstên DAIŞê wek musliman qebûlnakin.

* paş dagîrkirina Şengalê û koçberiya kurdên êzîdî ber bi çiyayê Şengalê ve, hemû hewlên terorîstên DAIŞê ew bû ku mezarê Şêx Şerefdîn dagîrbikin û biteqînin, gelo çawa bergirî li mezarê Şêx Şerefdîn hat kirin?

- armanca serekî a terorîstên DAIŞê ji navbirina hemû êzîdiyan bû, lewra paş ku DAIŞê Şengal dagîrkirî 16 caran êrîşî mezarê Şêx Şerefdîn kirin, lê bi piştevaniya xwedê û hêza pêşmerge hemû êrîşên wan hatin şikandin û rê nedan ku destê pîsê terorîstan bigehe ew mezarê pîroz, ji bo me êzîdiyan mezarê Şêx Şerefdîn paş Lalişê cihekî pîroze, lewra armanca terorîstan ew bû ku paş dagîrkirina wî mezarî, çiyayê Şengalê jî dagîrbikin û hemû ew xelkê li çiyayê Şengalê ku 50 heta 60 hezar kes dihatin texmîn kirin hemûyan bikujin yan bigrin, lewra ez zelal dibêjim: heta berî 18 meha 12ê a sala 2014ê û azadkirina çiyayê Şengalê rewşa me pir xerab bû, lê paş ku biserpereştiya cenabê serok Mesûd Barzanî ew çiyaye hate azadkirin, em li çiyayê Şengalê bi cenabê serok Barzanî re civiyan, wî ji me re ragihand ku ew berxudana ji bo parastina mezarê Şêx Şerefdîn hatiye kirin qehremaniyeke bê wêne bû, herwiha paşê jî dema ku cenabê Nîçirvan Barzanî serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê bi xwe hate mezarê Şêx Şerefdîn û navçe dîtî wî pir pesina wê berxudanê kir.

* te behsa wê yekê kir ku heta berî 18 meha 12 a sala 2014ê rewş xerab bû, we çawa ew rewşe gehande serkirdatiyê û wan çawa alîkarî ji we re peydakirin?

- berî wê berwarê terorîstên DAIŞê berdewam êrîş dikirin, lewra min rastewxo telefonî berêz Mesror Barzanî kir û min rewş bitemamî jê re got ku alîkarî negihin me rewşa me wê xerabtir bibe, paş wê telefonê cenabê serok Mesûd Barzanî ferman kir ku bi her rêyekê be û her çawa were kirin, gereke çekan ji me re bişînin û çek bigehin destê me, ji bo vê yekê jî hêza pêşmergê kurdistanê di du aliyan re hewil dan ku rêya serekî ji bo gîştin bi çiyayê Şengalê pakbikin û bi temamî çiyayê Şengalê were azadkirin, bi azadkirin û girêdana çiyayê Şengalê bi Kurdistanê ve êdî rewşa me hate guhertin, cenabê serok bi xwe hate ser çiyayê Şengalê ji wir ragihand: ((ez rihet nabim heta Şengal neyê rizgarkirin, heger 1000 pêşmerge ji bo azadkirina Şengalê werin şehîdkirin gereke Şengal were azadkirin)).

Ji wê demê ve û heta bi roja 12/11/2015ê amadekarî ji bo azadkirina Şengalê tê kirin û roja 12/11 ev êrîşa fereh bi serpereştiya rastewxo a cenabê serok Barzanî destpêkir û çawa sozdabû, Şengal hate azadkirin û soza xwe bi cih anî.

* berî destpêkirina proseya azadkirina Şengalê, win bi serok Barzanî re civiyan, di wê civînê de cenabê serok çawa behsa wê pilanê kir?

- berî destpêkirina proseya azadkirina Şengalê em bi serok Barzanî re civiyan, serok Barzanî temama pilana leşkerî a azadkirina Şengalê ji me re ronkir û ji me pirsî ka çiqas dem ji me re gereke heta em vê proseyê bi serkeftî encam bidin? Me di bersivê de jê re ragihand ku tenê tu fermanê bide pirsa azdkirina Şengalê tenê çend katjmêran dixwaze, lewra her dema ku cenabê serok Barzanî fermana destpêkirina proseya azadkirina Şengalê derxist, ji hemû aliyên rojava, rojhilat, navendê ve pêşmerge di çend demjmêran de karî hemû aliyan bi serketî pakbike û Şengalê bi temamî dûrpêçbike û li hêviya fermana çûna nav Şengalê be, ev helmeta pêşmerge di hemû aliyan re di mawê çend demjmêran de bi serketî bi dawî bû û di hemû aliyan re giheştin hev lê ji bo çûna nav Şengalê lez nehat kirin û ji bo roja din hîştin, roja din pêşmerge çûye nav Şengalê û di demeke kêm de temama Şengalê hate kontrolkirin, lewra ev proseya mezin di kêmtir ji 48 demjmêran de bi serkeftî bi dawî bû.

* heta çiqasî hûrbînî di pilana serok Barzanî de sedemek bû ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi serketî û di demeke kin de ev pilana mezin cêbecêkir?

- bi rastî ez wekî fermandeyekî leşkerî nikarim li ser hûrbînî û tokmiya ew pilana cenabê serok ji bo azadkirina Şengalê daniye baxfim, ji vê zêdetir amadebûna rastewxo a serok Barzanî li ser çiyayê Şengalê ji bo serpereştîkirina şer ji hemû aliyan ve îradeyeke mezin da hemû pêşmergeyên Kurdistanê, bawer bikin ew ên ku mane û rastewxo di şer de ne beşdar bûn, hemû dilteng bûn û giriyê wan hat, ew pêşmergên ku di êrişan de beşdarbûn, hemû bi moraleke polatî û bi dilxweşiyeke wiha êrîşî DAIŞê dikirin her wek biçin dawet yan şahiyê, bê ku guh bidin bombeyên çandî êrîş dikirin, pir mixabin di encama vê dilgermiyê de 4 pêşmergeyên me yên qehreman şehîdbûn û 18 pêşmergeyên din jî birîndarbûn, ez li vir li ber xwedê digerim ku şehîdên me bi buheştê şad bike û birîndaran saxbike, di axaftina min de mebesta min ew bû ku ez bêjim ku amadebûna serok Barzanî li eniyên şer çi îrade û moralek ji bo hêza pêşmergeyê Kurdistanê dirustkir.

* wate ew hêza ku rolê serekî dîtiye di pilandanan û azadkirina Şengalê de hêza pêşmergeyê Kurdistanê bû? Lê amaje bi wê yekê têkirin ku hinek aliyên din jî beşdarbûn û rola wan têtunekirin, tu li ser vê çi dibêjî?

- pirsa azadkirina Şengalê, proseyek bû ku pilan jê re hatibû danan, demjmêr sifir jê re hatibû danîn, ew hêza ku hatibû danîn ku li demjmêr sifir wê pilanê cêbecêbike hêza pêşmergê Kurdistanê bû, lewra raste hêzên din li sinûrê Şengalê hebûn, lê ew hêza ku hatibû raspardin ku wê pilanê cêbecê bike hêza pêşmergeyê Kuridstanê bû bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî û bi hemahengî li gel hêza asmanî a hevpeymanan, lewra temama azadkirina Şengalê di hemû aliyan re bi destê pêşmerge bû û tu hêzeke din di azadkirina Şengalê de rola xwe tunebû, lê paş azadkirina Şengalê hinek hêz bi alayên partiyên xwe li trombêlên xwe siwarbûn û hatine nav Şengalê û li hember şaşê televizyonan xwe wiha derxistin ku ew jî di proseya azadkirina Şengalê de beşdarbûn, lê ev kok nerastin û kurdên êzîdî wê rastiyê bi çavê xwe dibînin, heger em li benda wan hêzan bûna ku Şengalê azadbikin, bawer bikin em ê pênc salên din jî li hêviyê bana û Şengal nedihat azadkirin.

* heger em werin ser avakirina fermandeya Şengalê, ev fermandeye taybete bi kurdên êzîdî, çawa ev fermandeye hate damezrandin? Gelo heta çi astê ev hêze dikare li paş azadkirinê Şengalê biparêze.

- em pir sipasiya cenabê serok Barzanî dikin ku ferman da fermandeya hêza Şengalê were damezrandin, ev fermandeye heta niha 7500 pêşmerge heye, hemû bi şêweyeke zor rêkûpêk meşiq û rahênan pê hatine kirin û çek û teqemenî û pêdawîstiyên temam ji wan re hatine peydakirin, ji vê jî zêdetir her çek û amoreke nû ku geheştibe hêza pêşmergê Kurdistanê li ser fermana serok Barzanî ji bo fermandeya Şengalê jî hatiye dabînkirin, derbarê jêhatî û morala vê hêzê, xuyaye ku bi piştevaniya xwedê û serok Barzanî bi berê re nayê berhevkirin, ev hêza ku ji camêrên êzdî pêkhatiye, dema rûbirûyî DAIŞê bûn hesab ji wê yekê re nekirin ku DAIŞê çek û teqemeniyên du welatan li ber deste, lewra ez niha hemû êzîdiyan û temama xelkê Kurdistanê piştrast dikim, ku ev hêze dikare Şengalê biparêze, herwiha ez xelkê Şengalê jî piştrastdikim ku carek din terorîstên DAIŞê nikarin xwe bi Şengalê re taqîbikin, ev jî ji ber wê yekê ye ku a vê carê hatî serê terorîstên DAIŞê li ser destê pêşmerge û bi serpereştiya rastewxo a cenabê serok Barzanî, we kiriye ku carek din nikaribin hizir di Şengalê de bikin.

* ew a cihê dilxweşî û şanaziyê ye ji bo Kurdistanê ew e ku behsa wê yekê tê kirin ku keçên camêrên êzîdî li kêleka birayên xwe yên pêşmerge xwebexiş hatine rêza fermandeya hêza Şengalê, gelo ev xanimanên pêşmerge çawa hatine rêxistin?

- cihê şanaziyê ye ku heta niha 120 xanimên êzîdî xwebexşane bûne pêşmerge û li kêleka birayên xwe hatine rêxistin, me ew omêde jî heye ku xwebexşên zêdetir ji keç û xanimên êzîdî têkiliyê bi hêza pêşmergeyê Kurdistanê bikin, baweriya me bi keç û xanimên Kurdistanê mezine û em dizanin ku ew jî wek birayên xwe heman îrade û moral heye daku beşdarbin di parastina axa Kuridstanê de, bendeke kurdî heye dibêje: Şêr ji pêçikê derket çi nêr bê çi mê, ez bawerdikim ku ev ji bo her takekî Kurdistanê raste, vêca çi ew take nêr be yan mê, ew ê ku biryar da bibe pêşmerge û bergiriyê li axa Kurdistanê bike tu cudahiya wan tune ye û wek hev dikarin bergiriyê li axa xwe bikin, hêviya me ew e ku xanimên Kurdistanê wek xanimên welatên din zêdetir di biwarên pêşmergatî û asayîş û polîsê de beşdar bin û zêdetir werin rêxistin daku her takekî Kurdistanê di parastina ev axa pîroz de beşdar be.

* di rojên 12 û 13 vê mehê de dema ku proseya azadkirina Şengalê bi serpereştiya rastewxo a serok Barzanî birêveçû kurdên êzîdî wek rojeke cejnê li wê rojê nêrîn, ev jî nîşana wê yekê bû ku pir dilxweşbûn bi rizgarkirina Şengalê, gelo heta çiqasî di vê proseyê de omêda êzdiyan bi serok Barzanî hebû?

- wek min bala xwe dayêyî, min hest kir ku 95 % a êzdiyan ew omêde bi serok Barzanî hebûn, ku tenê li ser destê serok Barzanî Şengal wê azad bibe, ji vê jî zêdetir her êzdiyek dizane eger şexsê serok Barzanî û Partî nebaya, ew êzdiyên çûbûne çiyayê şengalê ew jî wê hemû biketana destê terorîstên DAIŞê û hemû wê batana kuştin yan batana êxsîr girtin. Li ser pirsa Şengalê gelek partî hene ku ez naxwazim navê wan bînim ji bo berjewendiya partiya xwe behsa Şengalê dikin, lê êzîdî dizanin ku partî nikarin berevaniyê ji êzîdî û Şengalê bikin, lewra em piştî xwedê supasiya serok Barzanî dikin ku hemû hewl kirin daku êzîdiyan biparêze û soz da ku Şengalê azadbike û soza xwe jî bicihanî.

* paş azadkirina Şengalê, hinek axaftin û axaftinok hatin kirin ku kurdên êzîdî wek heyfvedan çûne ser malan û herwiha çûne sermizgeftan û ew peqandin, gelo heta çiqasî ew axaftine rastin?

- ew a giringe ku berî her tiştî amajê pêbidim, ku em êzîdî ne rewiştê me yê neteweyî û ne yê olî û ne perwerda me a partayetî jî ku perwerdeya rêbaza Barzanî yê nemire, rê nade me ku em sivikatiyê bi neteweyeke din yan oleke din bikin, win bi xwe niha li Şengalê ne û win dibînin ku pirsa teqandina mizgeftan ne raste û win bi xwe dikarin wêneyê mizgeftan bikşînin, derbarê rêzgirtina li Quranê jî em êzîdî rêzê li Quranê digrin ji ber ku navê xwedê têde ye û ola me ku kevintrîn ol e li cîhanê berî her neteweyeke din me xwedê naskiriye, lewra em hum rêzê li ola îslamê digrin û hum li quranê jî digrin ku li cem mislumanan pîroze, lewra wek min berî niha amaje pêkirî komeke sedeman hene ku rê nadin êzîdî bêrêziyê bi kesî bikin, sebaret bi çûna ser malan jî, bawer bikin ev jî ne raste , ji ber ku malên hinek êzdiyan hatibû dagîrkirin û talankirin û wan tiştên xwe di malin din de dîtin, vê yekê jî hinek êzîdî acizkirin lê me kontrol kir û heta me nehîşt li ser talankirina malên xwe jî heyfêvedin, tiştekî din heye ku terorîstên DAIŞê bi mebesta dirustkirina fîtnê li çend gundan qurana nav mizgeftan avêtibûn derve daku paşê were gotin ku êzîdiyan ev tişte kiriye lê me nehîşt ev jî bi wan re biserkeve, pêşmergeyan hemû quran bi rêz ve komkirin û parastin û birin nav mizgeftan û danîne cihê xwe, em banga hemû aliyan dikin û dikarin werin û bi çavê xwe bibînin, ku ne êzîdiyekî ne destdirêjiya ser mizgeftan kiriye û ne sivkatî bi quranê kiriye, dîsa ez dobare dikim ku em gelekin berî hemû gelan me xweparastî kiriye û me xwedê naskiriye, lewra em bi çavê rêzê li hemû olan dinêrin û pêketiyên her olekê bi birayên xwe dizanin.

* heger em behsa paşeroja Şengalê bikin, ji ber ku wek em dizanin Şengal yek ji navçeyên benda 140ê ye, zelaltir heta niha Şengal herêmeke ser bi parêzgeha Neynewa ve ye, gelo paşeroja Şengalê û vegera wê bo ser Herêma Kurdistanê wê çawa bibe?

- berî her tiştî piştî roxana Sedam Husên û nivîsandina destûra îraqê, benda 140 a destûra îraqê hate diyarkirin daku kêşeya Şengal û navçeyên din heta sala 2007ê were çareserkirin bi rêya rapirsiyê ew navçene vegerin ser Herêma Kurdistanê, ev bende di dema xwe de nehate cêbecêkirin, piştî dagîrkirina Şengalê jî hukumeta navendî bi tu corekê li Şengalê nenêrî wek beşek ji îraqê, heta bi yek dînarê jî alîkariya wê nekir, lewra şermezariye ji bo hukumeta navendî a îraqê ku paş azadkirina Şengalê behsa wê yekê bike ku Şengal herêmeke bi ser Neynewa ve, yan bi ser hukumeta navendî ve, ew ê bi kêrî Şengalê hat û di wê karesatê de bi hawara Şengalê hat û paşê Şengal azadkir, cenabê serok Barzanî û hukumeta herêma Kurdistanê û hêza pêşmergê Kurdistanê bû, ev jî wate Şengal perçeke ji Kurdistanê û jê nayê cudakirin û tu hêzek jî nikare careke din Şengalê ji Kuridstanê bibire lewra pirsa paşeroja Şengalê wek perçek ji Kurdistanê ev pirse bi dawî hatiye, niha xelkê Kurdistanê daxwazî hene û wê daxwaziya xwe pêşkêşî serok Barzanî û Hukumeta Herêma Kurdistanê bike ku ew jî ev e dixwzin Şengal bibe parêzgehek ji parêzgehên Herêma Kurdistanê.

* lê berî niha hinek aliyên siyasî bi naviên cuda dixwastin Şengalê ji Kurdistanê bibirin û behsa kantonan dikirin, gelo derbarê axaftin û behsên bi kanton kirina Şengalê win çi dibêjin?

- ew ê behsa çêkirina kantonan dike bila vegere û here ew perçê kurdistanê azadbike û li wir kantonan çêke, em hemû dizanin pirsa kantonkirina Şengalê pilana dewletên dagîrkerên Kurdistanê ye daku Herêma Kurdistanê têkbidin, lewra ez li vir dobare dikim, Şengalî bi xwe wê biryarê li ser çarenivîsa Şengalê bidin û kes nikare îrada xwe bi ser a şengaliyan de ferzbike, heta niha 74 carana êrişî me kirine daku dagîrker îrada xwe li ser miletê êzîdî ferzbikin û her 74 caran me qebolnekiriye, lewra heger aliyek bixwaze îrada xwe li ser me feriz bike em amadene cara 75 an jî li dijî wê xweferzkirinê bisekinin.

* heger em behsa avedankirina Şengalê bikin, xuyaye wek em dibînin Şengal wêran bûye, gelo wê çawa ev bajare were avedan kirin û çi bernama we ji bo vê avedankirinê heye?

- me ji bo azadkirina Şengalê pişta xwe di pê xwedê re bi serok Barzanî û hukumeta herêma Kurdistanê bihêzkiribû, ji bo avedankirina Şengalê jî dîsa di pê xwedê re em serok Barzanî û hukumeta herêma Kurdistanê bi pişt û pena dizanin, herwiha her bi rêka wan jî em daxwazê li civaka nêvdewletî û rêxistinên xêrxwazê yê cîhanê dikin ku hevkariya hukumeta herêma Kurdistanê bikin daku bikaribin Şengalê ciwantir avedanbikin, li vir ez dixwazim amajê bi vê yekê bidim ku berêz Nîçirvan Barzanî her ji azadkirina çiyayê şengalê avedankirina Şengalê bi erkê hukumeta herêma Kurdistanê zanî, û piştî azadkirina Şengalê wî heman tişt dobare kir, lewra em biştrastin ku ew şiyanên li ber destê hukumeta herêma Kurdistanê hene ji bo azadkirina Şengalê ew ê bikin.

* niha ku werzê zistanê destpêdike, pir ji xelkê Şengalê koçberin û li kampên herêma Kurdistanê dimînin, xuyaye jî ku li kempan rewş ne ewqasî baş e, gelo win bi wê yekê hizirîne ku ew xelke vegerin ser mal û cihên xwe?

- li vir ez hemû xelkê Şengalê û bi taybet ew ên li kampên herêma Kurdistanê dijîn dilinyadikim ku Şengal hatiye azadkirin û tu coreke tirsê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li ser nemaye û DAIŞ pir ji Şengalê hatiye dûrxistin lewra ez daxwazê li wan dikim ku piştî sipasiya xelkê Kurdistanê dikin ku mawê 15 mehên borî ew xelkên pir camêr bi hawara kurdên êzîdî hatin, niha dema wê ye ku vegerin ser mal û cihên xwe, mal û cihên wan her çawa be ji jiyana bin çadira baştire, niha li Şengalê çi nemaye pirsgrêka av û karebê were çareserkirin, lewra gereke ew xelke vegere û em bi hev re bajarê xwe avedanbikin û bi hev re bergiriyê lê bikin û biparêzin.

* wek fermandeyê Fermanda Şengalê li dawiya vê dîmanê çi peyama te heye?

- dawî axaftin û peyva min ew e, em hemû kurdên êzîdî supasiya serok Barzanî û hukumeta herêma Kurdistanê dikin, em piştrastin ku çawa xema serekî a cenabê serok azadkirina Şengalê bû, ji îro pêve wê xema wî avedankirina Şengalê be, em tu carî ev rolê serok Barzanî jibîrnakin û em hemû leşker û pêşmergeyê serok Barzanî ne. Herwiha ez sipasiya we dikim ku wek kovara Gulan win ji Hewlêrê hatine Şengalê daku romala rastiyan bikin.
Top