• Wednesday, 15 May 2024
logo

Dr. Tofîq Yasirî bo Gulan: Eger Pêşmerge beşdarnebe, Mûsil qet nayê azadkirin

Gulan Media November 17, 2015 Dîmane
Dr. Tofîq Yasirî bo Gulan: Eger Pêşmerge beşdarnebe, Mûsil qet nayê azadkirin
Ev nêzîkî du mehane behsa azadkirina Rumadî tê kirin, lê heta nikarîne wî bajarî kontrolbikin, di heman dem de ev demeke behsa azadkirina Mûsilê jî tê kirin, lê heta niha nayê zanîn operasyona azadkirina Mûsilê wê kengî dest pê bike. Piraniya şarazayên leşkerî dibînin ku pirsa azadkirina Mûsilê bi astê hevkariya Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê ve girêdayî ye, bi vî rengî behs li azadkirina Mûsilê tê kirin ku eger pêşmerge temam beşdar nebe, wiha wê azadkirina Mûsilê jî wekî azadkirina Rumadî be û wê ne karekî asan be. Ji bo axaftin li ser ev aliyê leşkerî, me ev dîmane bi efserê xanenişîn Dr. Tofîq Yasirî re encam da û bi vî rengî hizira xwe ji bo Gulan rêxist.
* wek şarezayekî leşkerî û stratîjî, tu astê şerê dijjî DAIŞê li eniyan çawa dibînî?

- bi rastî ev ne şerekî sîstematîk û rêxistî ye, ev a niha heyî partîzanî ye bi şêweyekî pêşketîtir, çûnkî DAIŞ bi ew çek û pêdawîstiyên leşkerî ku hene, herwiha piştevaniya navxwe û herêmî û nêvdewletî kariye heta radekê bergiriyê bike, di heman dem de ew hizir û baweriya li cem çekdarên DAIŞê heye dike ku em bêjin ev şer bi hemû şêweyan şerê partîzaniye û ne sîstematîke, ji aliyekî din ve em dibînin dema DAIŞ dizane ku wê li cihekî yan eniyekê wê bişkên yekser vedikişine eniyeke din ku xwe jê re hazirkirine, bo nimûne dema ku li Bêcî şikiyan û ziyanên mezin gîşte wan, bi siqî û li gor pilaneke din berê xwe dane cihekî din, ew jî dagîrkirina rêya serekî a Bêcî - Samera bû û karîn wê rêyê kontrol bikin, lê tevî vê jî dema ew cihe kontrol kirin wan hesabê hinek tiştên din jî kir, ku renge niha rewşa seqayê di berjewendiya wan de be ku firokeyên îraqê nikaribin êrîşên esmanî li dijî wan encambidin, lê di demeke nêzîk de hêzên îraq û Heşda Şebî dikarin wan ji wê rêye derxin.

* Niha gelek behsa rizgarkirina Mûsilê tê kirin, gelo win dibînin ku ev piroseye wê serkeftî be û ew astengane çine li hember rizgarkirina vî bajarî de?

- ez ne di wê baweriyê de me ku rizgarkirina vî bajarî wê asanbe, ev bû du meh behsa rizgarkirina Rumadî tê kirin û her roj em dibîsin ku şareza û fermandeyên leşkerî û berpirs behsa rizgarkirinê dikin û dilê xelkê xweş dikin, lê aha em dibînin ku heta niha nû dest bi hinek topbaranê kirine, ku ev jî ji aliyê leşkerî ve bi êrîş nayê hejmartin, ji her tiştekî ecêbtir ew e ku her yek radibe dibêje filan rojê wê dest bi operasyonê bikin di tu şereke partîzanî yan sîstematîka dewletan de ev tişte tune ye, em bi xwe ji dujmin re dibêjin haj xwe hebin filan rojê em têne ser we û dest bi êrîşê dikin. Çawa çêdibe ku pilana leşkerî were eşkere kirin, wê karvedana dujmin çawa be? Bê goman wê xwe amadebike. Lewra rizgarkirina Mûsilê pir çetin û girane û hewcî bi şiyanên leşkerî yên mezin heye, ji çek û amor û teqemenî, hevdam hêza asmanî û hemahengiyeke temam di navbera hêza erdê û esmên, digel şiyanên nava bajêr û alîkariya xelkê bajêr, lewra dem û pêrabûnên pir giring û hestyar dixwaze, nabe em wê yekê jî jibîrbikin ku ev kare hewceyî berdewam bûnê ye, wate dema qûnaxa yekê temam dibe, nabe bisekinin, gereke qûnaxa duyê destpêbike û piştevaniya erdê û esmên berdewam hebe û ji hemûyê giringtir morala çekdaran û ew hêza beşdariyê tê de dikin.

* tê gotin ku ji bo vê operasyonê wê hevkariyeke temam di navbera hêzên îraq û hêzên pêşmergeyê kurdistanê de hebe, di vê derbarê de hizira te çiye?

- eger piştevaniya temam a pêşmerge tune be, rizgarkirina Mûsilê wê ne asan be, çûnkî hemû alî dizanin ku pêşmerge şiyan û moraleke bilind a şerkirinê heye û bêtir xweragirin, paşê ew ji aliyê cografî ve şarazane û erdê û rê û cihan bi şêweyekî giştî bi hevberkirin li gel hêzên êraqê ku xelkê naverast û başûrê îraqê ne baştir nasdikin, ji bilî vê jî pêşmerge şiyanên bergiriyê hene û ezmûneke diyar û berçav heye, ew di hemû şeran de biserketine û çek û teqemeniyên pêşketî hene, nêzîktirîn nimûne jî beşdariya wan bû di operasyona Hewêce de li gel hêzên Emerîka ku ji her kesekî re selimandin ku wan şiyan şer û bergirî û xweragiriyê hene.

* derbarê bi hezaran xelkê Mûsilê ku niha li wir in, wê çarenivîsa wan çibe? Gelo wê ziyan negihe wan bi taybet ji ber bombebarana firokeyan?

- ez dibînim ku şer wê zêdetir li derdora Mûsilê be, ji ber ku dema DAIŞ bibîne ku ew hemû hêzên pêşmerge û leşkerê îraq û heşda şebî êrişê dikin, wê neçarbin hêzeke mezin ji Mûsilê ber bi Reqayê ve bikşînin, lê baştire ku destpêkê Şengal û Telefer û ew cihane werin azadkirin daku rê li pêş rev û vekişîna DAIŞê were girtin, lewra wê şerê nav bajêr sinûrdar be û gelek dirêj nake wê were yekalî kirin.

* lê li gor raport û zanyariyan wê gava yekem ji bo qutkirina pêwendiyê di navbera Mûsil û Sûriya de ji aliyê hevpeymanan ve dest pê bike, ev yeke ta çiqasî raste?

- pir çîrok û axaftin li ser vê yekê hene, hinek dibêjin wê hevpeyman bi bombebarana berdewam vê proseyê biserxin, yan bi piştevanîkirina hêza erdê, lê ez dibînim ew a hevpeymaniya nêvdewletî dike ji aliyê êrişên esmanî ve pir kême û kêmasî têde hene û ji hev qut qut pilana xwe cêbecê dikin, niha Rûsiya jî hatiye ser xetê û li Sûriya piroseya leşkerî encamdide, û bi vê yekê hevsengiya hêzê hatiye guhertin, lewra gereke îraq mifayeke mezin ji hevkariyên hevpeymaniya nêvdewletî bibîne, çi ji Emerîka yan ji Hevpeymaniya çwar alî, daku bikare heta astekê ji aliyê leşkerî ve hinek serkeftinan bidestxe.

* dawî pirsyar gelo DAIŞ ji aliyê ast û morala şerkirinê ve daketiye û şiyanên bergiriyê wek berê nemaye?

- bi rastî ev zanyariyên leşkerî pir ron û eşkere ne, niha DAIŞ ji ber êrîşên esmanî yên Rûsiya li Reqayê pir zerer dîtiye, lewra em dibînin ku ew hêz û çekên xwe ji wir dikşînin û tînin îraqê, ji ber vê gereke îraq haj xwe hebe û bizane ku renge şerê bê çarenivîssaz be û bêgoman wê ziyanên mezin jî hebin, lewra gereke di vê derbarê de amadebaşiyên temam werin kirin taku bikaribin li pêşiya DAIŞê bisekinin.
Top