Emaziya Baram: Mesûd Barzanî bûye semboleke nîştimanî û heta şerê DAIŞê bidawî dibe gereke ew serok be û serkirdatiya serketinên pêşmerge bike
Pro Emaziya Baram niha mamostayê dîroka rojhilata naveraste li zanîngeha Heyfa, berî niha ew rêveberê navenda Saban bû li peymangeha binavûdeng Prokîngiz li Emerîka. Mawê nêzîkî 40 salan e li ser dîroka siyasî a Îraqê kardike û xwe bi dostê kurdan dizane û li ser hûratiyên doza kurdî pspor û taybetmende. Di proseya azadkirina Îraqê de jî li sala 2003yê ew yek ji wan şarazan bû ku rawêj bi serok Corc W Boş kiriye. Ji bo axaftin li ser rewşa niha a Kurdistanê û giringiya serok Mesûd Barzanî ji bo serkirdatiya eniya şerê dijî terorîstên DAIŞê li Kurdistanê û çend pirsên din yên navçe û cîhanê, me ev hevdîtine pêre encam da û bi vî rengî bersiva Gulan da.* Aliyên li Kurdistanê heta niha li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê negîştine rêkeftinê, lê yê ku zêdetir xelkê kurdistanê perîşan kiriye, ew kirêza abûrî ye ku bi sedema birîna para bodceya herêma kurdistanê ji aliyê hukumeta navendî ve dirustbûye û xelk daxwaza mûçeyê dikin, boçûna te li ser vê pirsê çiye?
- ji ber ku yê ji Bexdadê tê xwastin nade we, lewra ew jî nikarin tiştî ji we bixwazin û win jî tu tiştekî mekin, win ji aliyê abûrî ve bi firotina nefta Herêma Kurdistanê li gel nefta Kerkûkê serbixwedibin, her çiqas pereyên wê derengdimîne heta digehe destê we, lê li dawiyê digehe we. Bi firotina neftê wê rewşa we ya abûrî wek kurd baştir bibe û êdî pişta xwe bi Bexdadê ve girênadin, heger ev yeke çend mehan dirêj bike, wiha gereke xelkê sebir hebe heta ku perê neftê digehe xezîna we. Paşê win dikarin perê xelkê yê mayî jî bi wan din. Her çiqas ev yeke giran be jî ku em li rewşa Kurdistanê binêrin û bizanin çi diqewime, lê tevî ku win wek kurd we nexwastiye abûriya we serbixwe be, lê Bexdadê zor li we kiriye ku win ji aliyê abûrî ve serbixwe bin, ev ne tiştekî xerabe. Ev yek pir giringe ku win nîşanî Bexdadê bidin ku pêwîstiya we bi wan nemaye, bi taybetî niha ku win kontrola KerkÛkê dikin, ez dibînim ku bi rastî Bexdad bê aqile di vê derbarê de. Heger win niha rastewxo nefta Kerkûk û Herêma Kurdistanê birêya Turkiya bifroşin, û ez hêvîdarim Turkiya jî heta bi serî di vî karî de bi we re be, wiha win di pêgeheke baş dene, ji ber ku tenê ne nefte belku Kerkûk e jî, Bexdad we neçar dike ku win bihêztir bin û bi şêweyekî pir bi seyir ji aliyê abûrî ve win serbixwebin, lewra gereke win li aliyê ron binêrin û ez dibînim ku kurdan aliyekî ron heye. Ev yek, derbarê xala duyê, ew ez dizanim kêşeya we a mezin niha ew e ku hên we li ser pirsa serokatiya herêma kurdistanê hevrikiyeke bihêz heye, di navbera Yekîtî û Goran û Partî de, pêwîste win vê kêşeyê çareserbikin. Wek win dizanin ez ne li Kurdistanê me û ez profîsorê dîroka Îraqê me û ez piştevaniya tu aliyekî nakim li Kurdistanê û bi giştî ez piştevaniya kurdan im û ez hez dikim Kurdistanê bi hêz bibînim, lewra ez alîgirê tu aliyekî nakim û ez ê tenê vê yekê bêjim ku şîreta min ew e ku win niha li pêşiya DAIŞê disekinin û şer hên temam nebûye, herçiqas win bi başî li pêşiya wan sekinîne lê bêgoman win di metirsiyê de ne û DAIŞ hên bi hêz e û êrîşên asmanî yên hevpeymanan jî bi temamî ne karîgerin û Emerîka û Rûsiya hêza leşkerî naşînin ku we ji DAIŞê biparêze, lewra win di rewşeke ne asayî de ne, gereke Yekîtî û Goran amadebin wek rewşeke ne normal mawê serokatiya Mesûd Barzanî dirêj bikin, her çiqas ez dizanim ev yek bi wan ne asane, lê ev rêya çareseriyê ye û piştî çareseriya vê pirsê win dikarin bêjin em dixwazin guhertinên zêdetir bikin, niha serok wezîr Nîçirvan Barzanî ye û cîgirê wî Qubad Talebanî ye, di vê rewşê de Partî û Yekîtî dikarin deshelateke zêdetir bidin Goranê û dibe ku deshelata Qubad Talebanî wek cîgirê serok wezîr bi corekê were bilindkirin ku hevtayê deshelatên Nîçirvan Barzanî be wek serok wezîr, yan bi kêmasî biryardan yeksan be, ev jî wate pêwîste hizira serekî ew be ku post hevseng bin, lê niha gereke her tiştek wek xwe be, win dikarin di paşerojê de ji nû ve hevsengiyê li perleman û hukumetê de dirust bikin, ji ber ku win niha di metirsiyê dene û nabe win tu guhertinekê bikin, lê win dikarin li ser paşerojê biaxfin û destûra xwe temam bikin û sîstemê bi giştî ji bo paşerojê destnîşanbikin. Ez dibînim niha ji bo kurdan yekrêzî giringtire ji pereyê neftê ji ber ku her kesek dikare ji bo dema sê çwar mehane tehemulê bike, lê heger ku win rêyekê nebînin ji bo yekbûnê ew tehemula xelkê jî namîne, wate gereke win çareseriyeke dirêj bibînin û di destûrê de her aliyek lojîkane kompromayzê bike, , ev wê we ji pir kêşeya rizgar bike û dibe gava yekemîn ku we ber bi serbixweyiya siyasî ve dibe. Bêgoman bê yekîtiya neteweyî win nikarin serbixwe bin, ez ê nimûneyekê li ser Îsraîlê bi we dim. Li Îsraîlê du partî hene, a yekê mezin û yê duyê biçûke, giropê mezin, di demekê de geheşte wê yekê bike ku win niha li Kurdistanê dikin, geheşt ku şer bi agir bike li dijî ew giropa biçûk, lê tenê şerekî biçûk bû, lê vî şerî nîşan da ku kî bihêztire û ne başe şer bikin, lewra serok Mînahîm Bîgin li sala 1948ê ragihand ku qet nabe cuhû şerê cuhûyan bike, di encam de sîstema demokrasî û helbijartinê hate pêş, di encamê de Mînahîm Bîgen bû serok wezîr . Win jî niha wek kurd we du kêşe hene kêşeya demokrasiyê û kêşeya pereyên neftê, eger win bi sazanê çareser nekin, win qet nabin xudan dewleteke serbixwe, ji ber ku kes şerê navxwe naxwaze, eger win vî şerî dubare bikin wê karekî dînatiyê be, binêrin niha li Enbar û Selahedîn û Neynewa çi diqewime? Yan li bajarên Sûriya binêrin, bibînin çi hatiye serê wan, ev şerê navxweyî ye û heger win sazanê nekin ev ê were serê we jî. Heger kurd ne yekbin, win dikevine metirsiyeke mezin de û wê we bixun, Îranî, Turk, ereb û DAIŞ wê we bixun, nabe win rê bidin ev yeke çêbibe, rewş ev e, win di rewşeke neasayî de ne.
* ji aliyê dîrokî ve çi core rewşek heye ku win wînin bîra xelkê kurdistanê daku destkeftên xwe û ew a niha di destê wan deye bilind binirxînin?
- gereke ew karesatên bi serê kurdan hatine, bo nimûne Helebçe, em bînin bîra xelkê, ji ber ku gencan ew nedîtine, renge ji aliyê tîyorî ve ew bizanin, lê bi rastî ew nizanin çi qewimiye, win dikarin vê bi rêya çavpêkeftinan li gel ew kesên ji van karesatan rizgarbûne bikin, yan ew ên tê bîra wan çawa li gel Sedam Husên şer kirine, yan salên heftiyan bi bîra xelkê bînin ka çi hatiye serê we. Şerê navxwe yê salên nûdî bi bîra xelkê bînin ka çi di navbera Partî û Yekîtî de qewimî, gereke xelk zanibin ka van karan çiqas wêranî li pê xwe hîşt, ev tişt çêbûne û genc pê nizanin, gereke xelk zanibe ka çi rêyeke dirêj li pêşiya wan e û gereke kêşe wer in çareserkirin, heger çareser nekin, wih wê dibin gefan kevin. Hên pir dijminên we yên wek DAIŞê hene, Ebadî jî ne hevalê we ye. Şîreta min ew e, kesin bibînin ku fîlmên dekyomenterî çêkin ku rewşa kurdistanê li dema şerê Îraq û kîmyabaran û Enfal li salên heştiyan û koça 1991ê û şerê navxwe li salên nûdîyan nîşan bide, gereke li ser van bûyeran fîlim werin berhemanîn, daku win nifşeê nû agehdar bikin. Îsraîlî berdewam kar li ser van fîlman dikin ji ber ku yekîtiya neteweyî pir giringe û gereke genc giringiyê pêbidin. Em li Îsraîlê û win kurd li Kurdistanê em li navçeyeke pir xerab dane. Binêrin li Sûriya çi diqewime, wek dîna hevdu dikujin. Kurdan ev yeke di salên nûdîyan de kiriye. Gereke ev hemû werin behskirin û bibin helmet ku ji xelkê re were gotin ku em hîn ne bisilametin û em negîştine mebesta xwe. Ne pêwîste tu ji Partî yan Yekîtî yan Goran hezbikî, lê gereke tu ji welatê xwe hez bikî, xelk hertim rexnê li hev dikin û şer dikin, lê gereke sinûrekî yasayî hebe, wek win dizanin gencên felestînê wek dîna li ser cadeyan xelkê didin ber kêra, lê yasa heye û ev yasane pir bi hajêheyî tên parastin. Demokrasî heye û tu çawa dixwazî tu dikarî rexnê bikî, lê nabe tu ji yasaya lîskê derkevî, nabe kes ji vê yekê derkeve, heger te ev yeke kir wiha welat perçe dibe. Her çiqas Îsraîl niha pir bihêz e, lê her di metirsiyê deye, çûnkî heger di nav xwe de perçe bibe wê demê ew hêze bê wata dibe. Bi boçûna min ew erkê xelkên wek we rojnamevan û hunermendane ku bi nivîsîn û derhênana filman karesatan wînin bîra xelkê xwe û karekî bikin ku li hemû dibistanan her kesek yasaya lîska demokrasiyê bizanibe, her zarokekî we gereke yasayê sîstemê bizane, Kurdistan welatekî demokrasî ye, ji bo vê jî destûr pir giringe. Li dibistanên Îsraîlê waneyek heye jêre dibêjin keltûra sivîl ku behsa çawaniya karkirina sîstema demokrasiyê dike, lewra dema dibine 18 salî ew baş dizanin sîstema demokrasiyê çiyê. Li Emerîka her zarokekî temen 10 salî dest bi xwendina destûrê dike, dema dibe 18 salî her tiştekî derbarê destûra welatê xwe dizane. Hizira serekî ew e li Kurdistanê xelk bizane ku ne bi silametin û heta çiqasî ew di metirsiyê dene.
* serketinên hêza pêşmerge û beşdariya serok Barzanî li eniyên pêş yên şerê DAIŞê tu çawa dinirxînî?
- beşdariya serok Barzanî li eniyên pêş yên şer birastî pir giringe, ji ber ku her çiqas nakokî heye ligel Yekîtî û Goran de, lê ew bûye semboleke nîştimanî bi ew şêweyê ku gereke were kirin. Her ji ber wê jî ez dibêjim pêwîste ew ji bo çend salên din serok be, ji ber ku erkê xwe pir baş bicîhkirine û niha jî dem pir metirsîdar e. Raste xelkê hizir û boçûnên cuda hene, lê ew giringe ku yasayên lîska demokrasiyê neyên binpêkirin, lewra pêwîstiya we bi rêkeftinê heye di navbera her sê partiyên serekî de û îslamiyan de û destûrê temam bikin, ev yeke jî gereke were kirin. Pêşmerge birastî wek qehremanan şer dikin û li Emerîka hizira xelkê wihaye ku take hêza ew bikaribin pişta xwe pê girêdin ku bikarin şerê DAIŞê bikin, hêza pêşmergeyê kurdistanê ye, lewra ez şîretê li Emerîka dikim ku kurdan bi çekên pêşketî çekdar bikin û rahênanê bi wan bikin li ser çekên moderin ku ew didinê û zêdetir alîkariya wan a asmanî bikin, çûnkî RBJî bi tenê ne bes e ji bo vî şerî û gereke çi pêwîst be bi wan din, wek moşekên erdê, bo nimûne moşekên, Temoz ku dane me, gereke bi we jî din, li vê dawiyê ez li kopinhagin bûm û ez bi wezîrê derve re axifîm, ew li Danîmarkê dizanin win çi dikin û rêzeke mezin ji bo kurd û serokê kurdan heye, lewra bi dîtina min ew a serok Barzanî kirî temam ew tişteye ku gereke her serokek bike, karên wî pir serinc rakêş û mezinin. Min tu tiştekî xerab li ser sîyasetmedarên din yên kurd negotiye û ez dibînim niha gereke hemû bigehin rêkeftineke nîştimanî ji ber ku hên dujminên we gefan li we dikin, lewra gereke win yekîtiya xwe zêdetir biçesipînin û li gor yasayên demokrasiyê rêkbikevin. Gereke win rêzê li wê yekê bigirin ku Mesûd Barzanî ji xêzaneke mezine û bavê wî jî ji bo demeke dirêj ji bo gelê xwe her di şer de bû, tê bîra min, carekê bo demê nîv demjmêrê min Mela Mistefa Barzanî dîtiye û ez dizanim bi rastî ew çi serok û pehlewanekî rasteqîne bû. Mesûd Barzanî ji wê xêzanê hatiye û karê wî ev yeke selimandiye, lê gereke ji ber ku demokrasî heye, deshelatê bi aliyên din yên Kurdistanê re parvebike. Corc Waşinton bihêztirîn serok û jeneral bû li Emerîka, kongresê ew pêşinyar kir ku bibe padîşah, lê got tu carî tiştî wiha nabe, ez dikarim serok bi serok bim, lê ji bo hemû jiyana xwe na, lewra xelkê Emerîka bi wî matmayî ne, û heta îro jî ji wî hezdikin, xelkê daxwaza zêdetir beşdarbûn di deshelatê de dikir û Corc Waşinton ev yeke kir, her wek Deyvîd Bîn li Îsraîlê karekî wiha kir, her çiqas ew pir bi hêztir bûn ji ev padîşahên ku îro hene, lê dest jê berdan.
* heger ne ji metirsiya şerê DAIŞê baya, tu nabêjî Barzanî jî wê heman tişt bikira?
- niha ez dibînim gereke Barzanî neçe û gereke bimîne, ji ber ku dem neasayî ye, lê her dema kirêz neman, pêwîste ew wiha li ew ên din bike ku bizanin çawa bêne ew posta bilind, ev hizira min e.
* Tu çi di derbarê Sûriya û destêwerdana Rûsiya de dibêjî?
- ji Rûsiya re giringe li Sûriya du tiştan bike,
yekem: Esed di deshelatê de bêlin, çûnkî ew take kese ku bikare Tertus û Latkiyeyê bi wan de, daku ji Emerîka re bêjin: me jî bingehê leşkerî li deriyayê naverast heye, take kesê ku ve gerentiyê jî bi wan de Esed e. Lewra Rûsiya piştevaniya esmanî a Sûriya dike daku Tertus yan Latkiye yan Dîmeşq nekeve di destê şoreşgêran de. Li ser erdê jî biştevaniya hêzên Esed dikin û bi hev re kardikin daku Esed di deshelatê de bimîne.
Duyem: ew e ku Rûsiya û Esed nahêlin ku Îran pir bi hêz bibe, çûnkî Îran dixwaze Elewiyan bike Şîe, ev jî ne bidilê Esed e, çûnkî ew ilmanî ye, lewra Rûsiya dixwaze sinûrekî ji deshelata Îranê re dîne. Dema Rûsiya dest ji Esed berde, ne rejîma wî, belku Esed bi xwe, wiha Emerîka û Turkiya û Seûdiya wê rêyekê bibînin daku xelkê li pê Esed û şoreşgêr bi hev re hukumeteke nîştimanî pêkbînin, hizir ev e, kes nizane, lê Emerîka hizir di vê yekê de dike. Niha hêleke sor heye di navbera serkirdeya hêzên me yên esmanî û yên Rûsiya de li latkiyê, ji ber ku Rûsiya naxwaze bi şaşbûn jî bi hêzên me yên esmanî re rûbirû bibe, çûnkî balefirên me di ser Urden, Libnan û Sûriyê re difirin, lewra Rûsiya naxwaze bi Turkiya û me re di şer keve. Lê ew a ku dixwaze ew e ku hêzên Îran û Huzbulah û milîsên din li ser erdê bikarbîne ji bo dûrxistina şoreşgêran ji Dîmeşqê.
* Gelo kurdên sûriya wê di rewşeke baş de bin?
- kurdên sûriya dixwazin hemû navçeyên kurdî bi hev gînin bi dirêjiya sinûrê turkiya, lê turkiya rê nade ku ew vê yekê bikin, turkiya naxwaze bi dirêjiya sinûrê xwe yê bi sûriyê re kurd hebe û rêyê lê digirin û êrişî kurdan dikin, heta li îraqê jî bi sedema hebûna PKKê, turkiya pir diltenge, emerîka jî bi vê yekê nekêfxweşe, ji ber ku naxwaze turkiya êrişî YPGê û kurdan bike li sûriya, çûnkî kurd baş şerê DAIŞê dikin.
* wek dostekî te çi peyam heye ji bo ev qûnaxa nazik a em têre derbaz dibin?
- peyama min ji bo xelkê kurdistanê ew e ku niha bi rastî dawî deme ku win rêkeftineke nîştimanî bikin û destûrê temam bikin û yekîtiyeke neteweyî pêkbînin, ev dema bihêzkirin û çespandin û parastina demokrasiyê ye di deshelat we de, heger Barzanî ji bo vê qûnaxê di posta xwe de bimîne, yan were helbijartin, ne tiştekî girane ku ev were kirin. Niha dema hizirkirina di paşerojê de ye, her dema we ev kir, hemû alî wê bi şêweyekî meiqûl dilxweşbibin, her ev li Emerîka û Îsraîl û cihên din qewimiye û her aliyek bi şêweyekî dilxweşbûye.