• Tuesday, 14 May 2024
logo

Şivan Perwer: baweriya min bi proseya çareseriyê nemaye

Gulan Media October 2, 2015 Dîmane
Şivan Perwer: baweriya min bi proseya çareseriyê nemaye
Şivan Perwer ku ji bo proseya çareseriya pirsa kurd, piştevaniya Erdogan kir, îro baweriya wî bi wê proseyê nemaye û dibêje ku wî li pişt siyasetê xiyanet dîtiye. Perwer ku li sala 2013ê li dema proseya çareseriyê çûye Turkiya û bi Erdogan û Barzanî û Tatlîses re peyama aştiyê da, niha behsa xetmandina proseya çareseriyê dike.Ceran Çiplak, rojnamevanê rojnama Cimhuriyet a Turkî li Buxarest a Paytexta Romaniya çav bi hunermendê kurd Şivan Perwer xist û derbarê proseya çareseriyê, kêşeya kurd, buyerên vê dawiyê, hevpeyvînek pêre sazkir, û bi sedema rewşa îro a Bakurê Kurdistanê û Turkiya (Gulan) bi giringî zanî ku deqa hevpeyvînê ji zarava kurmanciya jêrî ku Rûdawê wergêrabû, bike kurmanciya jorî.
Ceran Çiplak: 38 salan tu neçûyî Turkiya, piştre tu bi rêzdar Mesûd Barzanî û hunermend Îbrahîm Tatîses re çûyî wir, tu çawa beşdar bûyî?

Şivan Perwer: min ne dixwast ez biçim Turkiya heta ew dema ku dibe welatekî azad. Barzanî berê digot ((neçe, siyaset pîse, em naxwazin te ji dest bidin)). Pişt re di navbera berêz Erdogan û berêz Ocelan de proseya çareseriyê destpêkir. Erdogan ji aliyên siyasî û abûrî ve dest bi jihevnêzîkirina civaka turkî û kurdî kir. Dest bi qebûlkirina kurdan kir wek kurd. Vêca vegera Şivan Perwer ku di çavê dewletê de ((Xaîn, Cudaxwaz)) bû, ji bo demokrasiya turkiya wek gavek pêwîst hate temaşekirin.

Ceran Çiplak: hinek dibêjin ji ber ku Barzanî pere dane te lewra tu vegeriyayî Turkiya?

Şivan Perwer: min tu carî hizir di van tişta de nekiriye. Ev pirsa civakekê ye, pirsa mirovatiyê ye. Daku em pîrozbahiyê li prosa çareseriyê bikin û piştgiriyê lê bikin em vegerîn.
Erdogan got: ((werin em ê bi hev re Turkiya nû avabikin)). Ez pir şabûm, min dilê berêz serok Barzanî neşikand û çûme Turkiya. Me wiha didît ku çûna me ji bo pêşketina demokrasiyê wê bibe gaveke giring.

Ceran Çiplak: li piştî 7 Hezîranê çi çêbû kir ku proseya aştiyê ji navbiçe?

Şivan Perwer: Erdogan ji mejiyê netewperestan tirsiya, ji wan karvedanan ditirsiya ku ji aliyê MHP û CHP êve dihatin arastekirin, lewra xwe li kurdan nekir xudan.

Ceran Çiplak: te bi destê Erdogan girt li dema ku di proseya çareseriyê de dirêjî te kirî. Tu poşmanî ji wê yekê? Tu nabînî ku tu hatî şaşkirindan?

Şivan Perwer: bişaşkirindan na, ez fêrî tiştên nû bûm. Min li pişt perdê siyasetê xiyanet dît, Rojhilata Naverast li gor berjewendiya serkirda û siyasiyan dere. Civak dibe qurbaniyê serkirdan. Min jî 40 sal xebata azadiyê kir qurbanê proseya çareseriyê.
Hema kêm jî, giringiya vê yekê nizanîn, baweriya min bi proseya çareseriyê nemaye, yên ku proseya çareseriyê çêkirin Erdogan û Ocelan bûn, mixabin Erdogan û PKKa Qendîlê mezintirîn derbe li proseya çareseriyê xistin. Demokrasî, mafê mirov û çareseriya pirsa kurd ku sedemên damezrandina AKPê bûn, zelal dest jê berdan.
Erdogan dikarî bibe ew serkirdeyê ku li turkiya kêşeya kurd çareser bike û aştiyê peydabike, dikarî bi wê yekê xilata Nobelê bistîne, lê bi destpêkirina bûyerên Kobanê re, dest bi gotara leşkerî kir.

Ceran Çiplak: dema li 2013ê tu hatî Amedê te got gavê hukumetê ji bo çareseriyê biwêraneye, niha gav ber bi paş ve avêtin çi wateyekê dide?

Şivan Perwer: spartina kêşa kurd bi kesên milîtarîst û nkolîker berî her kesî Erdogan ziyanê jê dibîne ku bi xwe jî zimanê wan bikartîne.

Ceran Çiplak: te çawa axaftinên Erdogan bîst, dema gotî ((tiştek tuneye bi navê kêşa kurd))?

Şivan Perwer: tiştek tuneye bi navê kêşa kurd! Çawa? Kêşa herî mezin li turkiya kêşa kurd e, astengiya herî mezin li hember pêşketina abûrî û civakî li turkiya kêşa kurd e, li helbijartinên dawiyê AKPê encamê axaftina ((kêşeyek bi navêkêşa kurd tune ye)) dît, pir giran li ser wan sekinî.

Ceran Çiplak: pênasa we ji bo kêşa kurd çiye?

Şivan Perwer: bi salan siyaseta kuştina kurd ji aliyê kiltûr û helandina siyasî a gelê kurd hatiye cêbecêkirin, vê yekê encamên pir giran bi xwe re anîn û di civaka kurdî de tiştên pir xerab peydakirin, bi zehmete ew tiştên xerab tenê bi vekirina kenala TRT Kurdî û waneyên kurdî li hin dibistanan were çareserkirin, ev yek pêdivî bidesttêwerdanek cidî heye.
Gereke di hemû biwaran de mafê wekheviyê bi kurdan were dan, deshelata navendî were kêmkirin, sîstemek were çêkirin ku bikare rêveberatiyekê li pê xwe dirust bike, gereke federalîzma Başûrê Kurdistanê wek nimûne were dîtin, gereke yekser dest bi perwerdeya bi zimanê dayikê were kirin.

Ceran Çiplak: tu çima venagerî Turkiya?

Şivan Perwer: proseya çareserî û aştiyê ew derfet çêkir, min ji xwe re got ((li dawiyê wê kêşeyên mezin li Turkiya werin çareserkirin wê civakek rihet, demokrat û azad peydabibe)). Ji bo vê yekê me projeyeke cidî amade kir ku hunermendên kurd û turk têde beşdar bin û bi hinek nûnerên hukumetê re rûnin. Lê şerê Kobanê, bûyerên di pêre û helmetên siyasî bê hêvîyek li cem min çêkir.

Ceran Çiplak: çi çêbibe tu yê carek din vegerî?

Şivan Perwer: dema danpêdanê bi azadiyên bingehîn dikin û bi yasayêtên rêxistin û dewlet xudantiyê lê dike, wê demê ez ê bibim zarokê wî welatî, min çel sal ji temenê xwe ji bo azadiyê xerc kir, ez aşiqê azadiyê me.

Ceran Çiplak: tu yê carek din regeznama turkî bistînî?

Şivan Perwer: dema ez hatime turkiya daxwaz ji min kirin ku ez bi fermî daxwaza standina regeznamê bikim, regezname dane min lê min nebir. Niha regeznama swêdî bi min re heye û ez pê li hemû cîhanê digerim, ez dixwazim bibim hevwelatiyê turkiyeke azad, demokrat û aştî xwaz.

Ceran Çiplak: bi nêrîna te gereke Erdogan çi bike?

Şivan Perwer: ez erdoganekî dixwazim ku xudantiyê li çaksaziyê bike, ez erdoganekî naxwazim ku deshelata wî di nav olê de fetisiye, serî jinan dadipoşe û axaftinekê ji axaftineke din dernaxe, ez erdoganekî naxwazim ku biryara şer dide, dema ew vê yekê dike ew xwe erzandike.

Ceran Çiplak: dema li 2013ê tu çûyî turkiya, tu piştî wê pir bi hêvî bûyî, te gor ((Turkiya wê bibe buheşt)), tu niha çi dibêjî?

Şivan Perwer: wê demê turkiya ber bi wî alî ve diçû ku bibe buheşt, lê mixabin niha ber bi dozexê ve diçe.

Ceran Çiplak: piştî ji nû ve karê çekan destpêbûyî, tu vegera termê şehîdan û êrîşkirina ser kurdan li rojavayê tukriya çawa dixwînî?

Ceran Çaplak: ew cihe tê şewitandin yê ku agir lê ye, ez serxweşiyê li xudanê hemû wan kesan dikim ku canê xwe ji dest dane, xwadê aramiyê bi wan de. Lê ew kesên regezperest, faşîst yên ku mirina wan dikin hicet û li ber çavê hêzên asayîşê hewla komkujiya HDPê û kurdan didin, ew êrîşane, rengê êrîşên naziyan dide ku li 9 Tişrîna Duyê a sala 1937ê êrîşî ser mal û canê cuhî (yahûdî)yan dikirin li şeva Kirîstal. Wekî wan êrîşane ku li 6 û 7 Eylola sala 1955ê li Istenbolê bo ser Rom û Ermeniyan dihat encamdan.
Ew êrîş wek êrîşên rêkxistîne û lêpirsîn derbarê de nayê kirin, tawanbar nayên girtin. Li vir xuyaye ku armanc û arastekirineke mezin heye. Ew faşîstane wiha dizanin ku xelkê kurd bê xudan û bê îradeye. Dewlet û rêveberên siyasî û berpirsên ku li pêşiya van buyeran nasekinin, wê ji encamên van bûyera berpirsyar bin, xwendina çarenivîsa naziyan wê mifayê li wan bike.

Ceran Çiplak: her rojekê ku Turkiya bi hewalên kuştinê tê hejandin, wê çawa cardin aramî vegere?

Şivan Perwer: ew kesên ku em dibînin li vê dawiyê dimirin û tên kuştin , bûne qurbaniyê berjewendiyên siyasî. Çima û ji ber çi hatin kuştin? Ne xuyaye! Niha ew hiceta ku ji aliyê siyasiyan ve tê behskirin, rewatiyê nade ew kesên ku tên kuştin, ji ber vê yekê gereke tundûtîjiya siyasî û gotara wan yekser were bi dawî kirin û vegerin ser rêkeftina siyasî.
Dema ez bibînim helwêsteke cidî a siyasî derbarê gorankarî û danûstanên aştiyê heye ji bo piştgiriya proseyê ew a ji destê min derkeve ez ê bikim. Di vê derbarê de gereke aliyên cuda baweriyê di nav civakê de çêkin, her dema li turkiya demokrasî û azadî peydabû, wê demê bi temamî ez ê vegerim turkiya û li turkiya bijîm.

Ceran Çiplak: tu kê berpirsyar dizanî ji dirustbûna golê xwînê li turkiya?

Şivan Perwer: herdu alî berpirsyarin, bi sedema deshelat û eşqa deshelatê, mirov tên kuştin.
Ev çend salin ev bûyerane çênabin, gelo ji bo çareseriyê gereke hên 10 hezar kesên din werin kuştin? Li hember kuştina 33 gencên niyazpak yên xêrxwaz li Pirsûs, kuştina du polîsan li Ceylan Pinar? Li hember vê ji bo bombebarankirina Kurdistanê bi dehan balefiran dişînin? Gereke her kes vê bizane ku ne rewa ye xwîn bi xwînê were pakkirin, şerê 30 salî ev nîşanî me kir.
Berpirsyarê vê xwîn rêtinê, deshelata turkiya û siyaseta Qendîlê ye ku beşdariyê di siyaseta bê çareseriyê de dikin, bûyerên dawiyê tenê kesên bê tawan kirin qûrbanî, şerê deshelateke xwînî û şerê deshelatê ye.

Ceran Çiplak: pêşinyara te çiye?

Şivan Perwer: Gava yekemîn bê ku tu hicetekê bibînin, gereke agirbestê rabigehînin û mirinê bisekinînin, gereke bawerî bi hev kirinê çêbikin, taku çavdêriya agirbestê bikin pêwîste desteyekê dabimezrînin daku navberiyê bike.
Welatê Turkiya di vê derbarê de pirhestyare, dixwaze hêzênnêvdewletî dûrî vê pirsê bin, ji bo vê yekê jî ne merce ew hêza naberiyê dike ser bi dewletekê ve be, dibe ku ew şandeye ji kesên pispor di pirsên şer û aştiyê de, pêkwere, di encam de turkiya wê ber bi aramiyê ve here û aştî wê berdewam be, gereke hemû dezgehên nav sîstemê û hemû civak beşdariyê di proseya aştî û aramiyê de bikin, êdî ew proseye bi hez û xwasta serkirdeyan birêvenaçe.

Ceran Çiplak: li Turkiyê, te ji her tiştî zêdetir bîra çi kiriye?

Şivan Perwer: Ez bîra tiştekî nakim, çûnkî her tiştek berba bûye, ew a ez bîrê dikim tenê azadî ye. Ez hatime ser axa turkiya hevîrê min li wir e.

Ceran Çiplak: çima tu her tim bi cilên neteweyî diçî ser şanûyê?

Şivan Perwer: ez hewil didim nûneratiya wî kurdî bikim ku sivkatî pê hatiye kirin, hewil hatiye dan her tiştek were qedexekirin û jinav biçe, Fîdêl Kastro û Elvîs Brîsêl jî cilên xwe yên taybet hene.

Ceran Çiplak: tu li jiyana xwe a taybet çi li xwe dikî?

Şivan Perwer: li gor balansa jiyanê ez cilan li xwedikim.

Ceran Çiplak: tu li kuderê dijî?

Şivan Perwer: ez li navbera Bon û Hewlêrê dijîm, li Bonê ku şînkatiye û bajarekî şahaneye, xaniyê min heye. Ez pir ji demê xwe li weqfa mûzîka Şivan Perwer derbazdikim. Ez li cîhanê digerim, dema ez ji bo konsêrtan diçime cihekî, ez tenê konsertê nakim û venagerim, ez li wî welatî û navçeyên wê digerim, ez fêrî kultûr û jiyana civakî dibim, ez jiyaneke bê deng derbaz dikim, ez ji xwendin û nivîsandin û bi tenê mayînê hezdikim.

Ceran Çiplak: tu helwêsta hunermendên turkiya derbarê kêşa kurd çawa dinirxînî?

Şivan Perwer: hunermendên turkiya ditirsin, ji vê pirsê li dûr disekinin. Ji pere, navûdeng û stranên xwe ditirsin, piraniya wan dibêjin bila kurd nebin belayê serê me. Esas gereke ew bêjin Şivan were em bi te re ne, dîsa jî yê ku ji hemûyan zêdetir tirsiya Îbrahîm Tatlîses bû.

Ceran Çiplak: elbûmê te yê nû heye?

Şivan Perwer: ji bo sekinandina li dijî şer û berqerarbûna aştiyê, ez bi tenê mijolê karkirinê me li ser elbûmeke singil bi çwarzimanan (kurdî, turkî, înglîzî û erebî), ez dixwazim bi zûtirîn dem vê elbûmê temam bikim û kilîpên wê belavbikim.

Ceran Çiplak: tu herdem li dijî zulmê stranan distirêyî, yekemîn zulm çibû ku rastî te hat û tê bîra te?

Şivan Perwer: ez li gundê Sorê ji dayik bûm, ez diçûme dibistana Turna a seretayî, gundê me ser bi êla Şêxika bû, ez bi kurê serok êlê re di yek dibistan de bûm, me bi hev re dixwend, nişkave ket û giriya, li vegera mal gazî dikir ((axa, ax, ..)), ez jî li pê ketim, Hacî Bekir Axa got: ((çi bûye?)), min jî got: (em dilîstin, ket)), ji min re got: ((were nêzîk û ji min re bêje)), ez jê ve nêzîk bûm, piştre ez girtim û ji min re got: ((tu pîsî, kurê muhacirayî, tu çawa kurê min gêrdikî û bi girî dikî)) û li min xist, ez wê demê li pola duyê bûm, min jê re got: ((min ew gêrnekiriye)), lê guh neda gotinên min û her li min xist, êdî ji tirsa re zimanê min nedigeriya, ez ji desta filitîm û çûme mal, deyka min got çi bûye, min jê re got zulim li min hatiye kirin. Deyka min giriya û got: ((ji bavê xwe re mebêje)), lê bavê min zanî, pir tûre bû, çû. Rûbirûyî Hacî Bekir sekinî, gund hemî wekî guran li bavê min kombûn û bi keviran li bavê min dan.
Derbegatî zulmkariye, dewlet jî piştgiriya Axa û zulmkaran dike, civak di çavê Axa de, ne tişteke, lewra ji axa xwe heznakin. Ez bîra azadiyê dikim, bîra dayika xwe dikim, birîn û êşa wê axê, birîn û êşa dayika min e.
Ceran Çiplak: mamosteyên te kîne?

Şivan Perwer: mamostayên min yên berêz hene ku heta niha wek dîna ez guhdariya wan dikim, wek Mihemet Arifê Cizîrî, Hesenê Cezîrî, Îsa Berwarî, kawîs Axa. Ez mamostane, bi naverok û gotin bi temamî bi kurdî û li gor şêwazê deşt û çiya, jîngeha rastî a kurdî, bi hezkirin, êş û xemgîniyên xwe ve, bi berhemên giring di cîhana hunerî de navê xwe derxistine. Niha piraniya hunermendên şoreşê wek pêwîst zanyarî li ser huner û mûzîka kurdî tunene, zimanê kurdî bi başî bikarnaînin.
Top