Pêşmerge ji bo serxwebûna Kurdistanê şer dikin lewra îradeya wan bi hêz e, Kurdistan wek dîfakto serbixwe ye
Profîsor Cemîs Rasel mamostayê waneya Asayîşa Rojhilata Naverast û Stratîjiya Asayîşa Niştimanî û Terorîzmê ye li beşê Asayîşa Niştimanî li zanîngeha Navel Postgracuyet, ji bo axaftin li ser sîstema nêvdewletî û ji ber hev hilweşandina wê li Rojhilata Naverast û car din daraştina hevkêşeya siyasî a navçeyê û rolê kurd di şerê li dijî terorîstên DAIŞê û paşeroja Kurdistanê di hevkêşa nû a Rojhilata Naverast de, me ev dîmane li gel profîsor Rasil encam da û bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulanê da:* Baştirîn wesif ji bo cîhanê di rewşa niha de em dikarin bêjin diyarda ((hilweşandina sîstema cîhanî ye)), ji ber ku li vê dawiyê çendîn ekterên nedewletî derketin û arasteya bûyeran guhertin, ji aliyekî din ve sîstema cîhanê nikare muamelê pê re bike, bi taybet terorîstên DAIŞê ku bi şêweyekî berfereh li cîhanê belavbûne. Gelo em dikarin bêjin ku sîstema cîhanî bidawî bûye û sîstemeke nû ku bikare li gel rewşa niha muamele bike, hên ji dayik nebûye? Gelo sîstema niha a cîhanî dikare di gel rewşa niha muamelê bike?
- Cîhan hilneweşî ye û cîhan hemû bi şêweyekî rêjeyî aram maye, lê Rojhilata Naverast bi hemû hokaran ve ber bi paşve ye, ekterên nedewletî jî ji nûve siyaseta nêvdewletî rêknaxin û nebûne gefeke stratîjî ji bo sîstema nêvdewletî. Arasteya nakokiyên nêvdewletî hên her nizimin, welatên pêşketî tu nîşaneyek berçavgirtî nîşannedane ku şerê duyem a cîhanî wîne bîra me, ev gotine wê watayê nade ku sîstema cîhanî bi başî hatiye amadekirin, yan heta nikare bi tundûtîjiya siyasetê re muamele bike wek ku em li Rojhilata Naverast û Okraniya dibînin. Neteweyên Yekbûyî tu carî wek hêza polîsê nêvdewletî nehatiye danîn, ew dikare yarmetîderê aştiyê be li jîngehên asan de, ew nikare polîs ji bo wan dewleta dîne ku li gel rêrewa neteweyên yekgirtî de narin, dema yek ji wan dewletan, bo nimûne Rûsiya ku endamê hertim yê Civata Asayîşê ye, biryar da ku yasayan binpê bike, tu tiştek tune ye ku Neteweyên Yekgirtî bike di vê derbarê de.
* Destpêka sîstema nêvdewletî yan pêwendiyên nêvdewletî ku vedigere bo rêkeftina Wêstvîliya bi diyardeya şer wek şerê di navbera welatan de û hîştina hevsengiya di navbera wan de tê naskirin, lê niha mixabin diyardeya şer hatiye guhertin û bûye şerê di navbera cîhana azad û terorîstan de û roj bi roj destê xwe datînin ser navçeyên ferehtir, ev jî wate leşkerên kilasîkî bi wan nikarin, win dibînin gereke çawa bingeheke nû ji leşkeran re were danîn daku bi terorîstan karibin?
- Şer ne diyardeyeke nû ye û taybetiyeke hertim a sîstema nêvdewletî ye. Ez nerazîme bi wê yekê ku sîstema cîhanî bi şêweyekî bingehî hatiye guhertin ku welat têde dixwazin deshelat û îrada xwe bi ser hev de bisepînin. Şerê Sûriya nimûneyeke baş a şerê bi wekalet e ji bo deshelata navçeyê ku Erebistana Seûdî û welatên Kendavê û Îran nakokiyên xwe bikartînin ji bo armancên xwe yên teng. Her şerek ku di çi formekê de be bila bibe, bi sadeyî tundûtîjiyeke siyasî ye ji aliyê ew ekterên ku nikarin armancên xwe bi şêweyekî aştiyane bi destxin, DAIŞ dixwaze bibe dewlet û navçeyê dagîrbike, bi dawiya tomara dîrokê armancên wiha hebûn, lê paşeroja sîstema nêvdewletî ew e ku dewletên pêşketî bi zûrê dest ji hizira şerê sertaserî berdin, wek şerê cîhanî a duyê, û li şûna wê hemêza xwe ji şerên sinûrdar re vekirine ji bo armancên sinûrdar. Her ji ber vê welatekî wek Emerîka bawerî bi şerê sinûrdar heye, lewra ji bo vîtnamiyên baur û ji bo DAIŞ ji bo şerê serxwebûnê hatine amadekirin û renge ew amadebin her nirxekî bidin ji bo misogerkirina serketinê.
* Di şerê terorîstan ku sinûrê wê ji Pakistan heta bi Neycîriya ye, ji bilî hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ku leşkerê Herêma Kurdistanê ne, tu hêzek din li ser erdê nikariye DAIŞê bişkîne, ev jî wate pêşmerge bûye modeleke leşkeran ji bo şikandina terorîstan, gelo çiqas giringe ji bo cîhanê ku serketinên Pêşmerge wek serketina cîhana azad li dijî terorîzmê were pênaskirin û wê hêzê bikin bingehek ji bo şikandina terorîstan?
- Serketina her hêzeke rêkxistî a serbazî bi giştî bi wan pêgirî û armanca ve tê girêdan ku ew hêze li ser hatiye avakirin. Pêşmergê Kurdistanê bi hev re û bi yek îrade ji bo serxwebûnê şer dikin, ev ne wek leşkerê Îraqê ye ku tu nêrîneke siyasî tune ye wan bi hev ve girêbide.
* Netewa Kurd take neteweya muslimane di cîhanê de ku di nîşandana nimûneya bihevre jiyan û hev qebûl kirinê de serketiye, ezmûna kurd ku seliman ku cudaye ji kiltûrê navçeyê pêwîstî bi parastinê ye. Ta çiqasî giringe ku dewleta serbixwe a Kurdistanê li ser astê nêvdewletî damezre daku bibe dabînkerê aştî û aramî û bihevre jiyanê li Rojhilata Naverast?
- Kurdistan bi xwe dewletekî dîfakto ye ku navçeyeke mezin li bakurê Îraqê di bin desta deye. Leşker û sîstema xwe a siyasî heye û ji hemû yê jî giringtir ew ku xelkê wê azadiya xwe dixwazin û dixwazin xêzanên wan bi aştî û aramî mezin bibin.
* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî karî terorîstan li ser erdê bi alîkariya locîstî û piştevaniya hêza esmanî a welatên hevpeymana nêvdewletî bişkîne, ev jî wate ezmûnên vî serokî û çekên welatên hevpeymana nêvdewletî bi hev re dikarin karlêkiyê bikin ji bo şikandina terorîstan, lewra di vê derbarê de em dixwazin bipirsin: heta çi astî gereke welatên hevpeymaniya nêvdewletî di şerê li dijî terora DAIŞê de piştevaniya serok Barzanî bin?
- Emerîka wek hevpeymanekî baş li kurdan dinêre. Me nirxên hevbeş hene û me herduya berjewendiyên hevbeş hene ku navçe aram bimîne ku xêzan azadbin di mezinkirina zarokên xwe de û li dû pêşketinê kevin. Ez pêşbînî dikim ku kurd berdewam serinca piştevaniya nêvdewletî bikşînin wek sengerê aştî û aramiyê li navçeyê, bi taybet ku hemêza xwe ji tunûtîjî û tindrewiyê re venekiriye.
* Di nav welatên hevpeymaniya nêvdewletî de, Elmaniya ragihand ku ew amadeye serkirdatiya vî şerî bike û muamelê di gel her derencamekê re bike û yekser piştevaniya Herêma Kurdistanê dike, tevî ku heftiya derbazbûyî Elemaniya yekemîne welatê Yekîtiya Ewropa bû ku deriyê xwe ji koçberan re vekir, pirsyar ew e gelo ji ber çi Elmaniya bi vî rolî radibe?
- Elmaniya cihê xwe di serkirdatiya cîhanê de çêdike ku berhemeke siruştî ya wê ye di Ewropa de. Ev jî pêşveçûneke cihê xweşhaliyê ye di sîstema nêvdewletî de û tiştekî baş e ku demokrasiyeke berpirsyar û pêgiheştî wek Elmaniya hebe bangeşê ji bo serkirdatiya cîhanê li ser çendîn pirs bike.