• Thursday, 02 May 2024
logo

David Phillips: Gereke Kurd pêşwaziyê li dustaniya Turkiyê bikin, ji ber ku Turkiya danpêdanê dike ku ewlehî û pêşdeçûna herêma Kurdistanê di berjewendiya wê jî de ye

David Phillips: Gereke Kurd pêşwaziyê li dustaniya Turkiyê bikin, ji ber ku Turkiya danpêdanê dike ku ewlehî û pêşdeçûna herêma Kurdistanê di berjewendiya wê jî de ye
David Phillips rêveberê pirograma dûrxistina tengasiyan û danîna binyata aştiyê li zanîngeha Emrîka li Waşintonê û vekûlerê li navenda vekolînên mafê mirovan li zanîngeha Kolombiya, David Phillips wek rawêjkarê sikiretêrê Neteweyên Yekgirtî kar kiriye û herweha rawêjkarê bilind yê wezareta derve ya Emrîka bû, û ji bo karên derve di çendîn biyavên ekadimî de postên cuda wergirtiye, ji wana ku vekoler bû li navenda vekolînên rojhilata navîn li zanîngeha Harvar û niha cêgirê rêveberê civata peywendiyên derve û navenda rêgirtin li tengasiyan û heyamekê jî li ekadîmiya diplomasî ya Vênnayê pirofîsor bû, herweha rêveberê navenda Ewropa ji bo zemîna hevbeş û rêveberê şîretgeha navdewletî bû ji bo aştiyê li Osloyê, pirofîsor David Phillips yek ji wan ekademî û diplomatkarên Emrîkî ye yên ku çendîn sal kar li ser doza Kurd bi giştî û peywendiyên herêma Kurdistanê li gel Iraqa federal dikin û xwediyê piroja dabeşkirina deshelatê ye ku li sala 2002ê li konfirensa (Kurd kilîta ewlehiya Îraqê ne) pêşkêş kir, herweha Phillips yek bû ji wan ekadîmiyên ku di kongira mada 140ê de li Emrîka beşdarî kir û li vê dawiyê bi hevkarî li gel şîretgeha Trans Etlentîk serperiştiya piroja asayî bûna peywendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Turkiyê de dike, ji bo peyvîn li ser seranên Îraqê ji bo sala 2011 Gulan hevdîtinek taybet li gel pirofîsor David Phillips encamda ev têkista wê ye.
Gulan: sala 2010 ê ji bo Îraqiyan sala helbijartinan bû, herweha sala qeyrana siyasî bû, lewra jî em dikarin bêjin ji bo Îraqê sala gîrûgiriftan bû, lê li dawiya salê xweşbextane nêzîke dê hikûmet pêkbê. ta çi radê baweriya te bi hikûmeta nû heye ku bikaribe di rewşa Îraqê de li sala bê guhartinan encam bide?

David Phillips: tiştekî baş e ku hikûmetek yekgirtî û bi beşdariya hemû aliyan pêkhat. lê divê ev hikûmete bi karabe xwe li ser dorhêlê bi selmîne, ji ber ku niha Îraq xwedî çendîn kêş û pirsên mezin e û her bi van pirsgirêkên mezin wê bikeve sala 2011 ê, lewre gereke hemû pêkhatên Îraqê bi hev re karbikin sexmerat çareserkirina van pirsan û ji bo serkeftina hikûmeta nû di demê dahatî de, helbet ev pirose pêdivî bi sarêjkirin û qurbanîdanê ye. lê Îraqiyan di biyavê nerimbûn û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên kompiromayiz ne xwedan serbûreke baş e, lewra eger em hezbikin vê pirosê pêşve bibin divê her ji niha em dest bi nerimbûn û piransîpên kompromayiz bikin.

Gulan: bi nêrîna te hikûmeta nû dikare di biyavê ewlehî û aramiyê de bi serbikeve?

David Phillips: bi nêrîna min li sala bê li Îraqê dê tûndûdijwarî mîna sala 2010 ê berdewam be. lê ev dijwariye nagehe astekî ku bibe sedema ji berhev çûna Îraqê û peydabûna şerê navxweyî olî di navbera Şî'a û Sinna de. lê bi nêrînek dûr bi ya min li paşerojê rêja dijwariyan li Îraqê dê kêmtir bibe. Li gel wê ez dijî hemû curên tûndûdijwariyan me ji ber ku ziyanê digehîne hemû Îraqiyan.

Gulan li sala 2010 de rengekê şkestinê di siyaseta Obama de derket, bi taybet di helbijartinên kongirêsê de ku têde komarî bûne piranî. bi nêrîna te, gelo ta çi ast rewşa aloza Îraqê û şkestina şerê Afganistanê bandûr li ser siyaseta Obama hebû?

David Phillips: welatiyên Emrika ne giringiyê bi Îraqê didin û ne bi afganistanê, belku birtir girngiyê bi pirsên abûrî yên navxwe didin. lewra tenê di qeyran û karesatên mezin de rewşa Îraq û Afganistanê di raya giştî ya Emrîka de dibin pirsgirêk, ji ber vê di berjewendiya rêveberiya Obama daye ku aramiyê li wan du welatan biparêze. ev kar jî ji aliyê Wilayetên Yekgirtî yên Emrîka ve pirtir pêdivî bi destûrdanê ye.

Gulan: gelo bi nêrina te şerê Îraq û Afganistanê bandûr li ser abûra niştîmanî ya wilayetên yekgirtî yên Emrîka nebû?

David Phillips: helbet li vir bandûrek du alî heye, eger mebesta we ew be şerê Îraqê bandûrek nerênî li ser abûra Emrîka kiribe, biya min na bandûra xwe li ser nekiriye, lê eger mebesta we xerca serbazên Emrîka li wan her du welatan bandûreka nerênî hebû, ez ê bêjim belê, tenê bandûra şerê Afganistan û Îraqê li ser abûra niştîmanî ya Emrîka ew e ku bac ji bo hinek mebest û kêşên navxwe yên Emrîkayê dihatin komkirin, lê di şerê Afganistan û Îraqê de hatin mezaxtin, lê Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka serçawekê din jî ji bo dabînkirina xerciyên şerê Îraq û Afganistanê heye, lewre eger Îraq û Afganistan pêşbikevin û aramî û ewlehî peyda bû, wê demê rêveberiya Obama wê serketinê bi dest xwe xe û welatiyên Emrîka jî wê dilşad bibin.

Gulan: di vê rewşa aloza Îraqê de herêma Kurdistanê beşê yekane yê aram e. herweha bisedema destpêşxeriya berêz Barzanî aliyên Îraqê karîn bigehin rêkeftinekê. anku Kurdan rolekê bilind hebû di pirosa siyasî ya Îraqê de, bi nêrîna te gelo ta çi radê civata navneteweyî vê rola giring a Kurdan berçavdigire?

David Phillips: piştevaniya Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka ji bo Kurdan tiştekî pêwîst e. pêdiviye berjewendiya Kurdan ji ewlewiyatên Emrîka be, lê cihê daxê ye renge Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka biştevaniya xwe ji bo Kurdan ji berê kêmtir bike, ji ber ku îro Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka li Îraqê ket di nav qûnaxek nû de, lê gereke rola dîrokî ya Kurdan di Îraqê de li bîra Emrîka bimîne û herweha piştevana pêşvebirina wan kêşan bike yên ku yekser peywendî bi Kurdan û deverên hevrikî li ser heye.

Gulan: sala 2010ê sala asayî bûna peywendiyan bû di navbera herêma Kurdistan û Turkiyê de, ku Turkiyê bi awayekî fermî daxwez ji serokê herêma Kurdistanê berêz Mesûd Berzanî kir bo serdana Turkiyê bike, û herweha jî wezîrê derve yê Turkiyê Ehmed Davodoglo gelek caran serdana herêma Kurdistanê kir. Gelo li gor nêrîna te peywendiyên di navbera Turkiyê û herêma Kurdistanê çend bandûra xwe li ser aramiya Iraqê hebû?

David Phillips: ev gelek tiştekî erêniye ku peywendiya asayî di navbera herêma Kurdistanê û Turkiyê de hebe, ez weha dibînim ku vekirina konsolxana Turkiyê li Hewlêre gavek mezin e bo pêşketinê. Ev jî dibe egera destpêkirina kar û berhemanînê di navbera Turkiyê û herêma Kurdistanê de, û herweha jî kongira haftiya borî li Hewlêrê li ser xwendina bilind, wezîra perwerdeya Turkiyê têde hazir bû, ev jî sembûleka bi hêz e li ser hemahengî û hevkariya di navbera Hewlêr û Enqerê de di biwarên cuda cuda de, ku yek ji wan biwaran jî perwerde ye, bi min be pêdiviye berêz Berzanî pêşwaziyê li van gavan bike, bi taybet jî peywendiyên dereve yên hermêma Kurdistanê bi Turkiyê re, herweha hikûmeta Turkiyê jî hêjayî vê pêşwaziyê ye, ji ber ku Turkiyê dan bi vê rastiyê deye ku, aramî û xweşguzeranî û pêşketina herêma Kurdistanê di berjewendiya Turkiyê deye. piştî helbijartinan hikûmeta Turkiyê li ser arastekirina pirsa nasnameyê li nava Turkiyê de çend gav avêtin, û herweha heyameka lehevhatî bi herêma Kurdistanê re çêkir ji bo parastina aramiyê li Turkiyê. Evan gavan jî rewşa Turkiyê pêşve bir. Herweha peywendiyên Turkiyê yên baş bi Iraqê re hene û ta astek baş jî hevkarî û hemahengiyê bi Iraqiyan re dike. Ev jî pêşketineka mezin e ji aliyên Turkiyê ve, herweha Turkiyê peywendiya xwe bi hikûmeta herêma Kurdistan û Iraqê bi hev re baş kiriye, ev jî mfayekê baş li ser astê abûrî ji herdu aliyan re peydadike, bi rengekî ku karê bazirganiyê tê holê û ji nişkêve herdu alî sûdmend dibin. Ji ber vê pêdiviye ez amaje bi vê yekê bidim ku, hebûna gaza sirûştî li herêma Kurdistanê giringiyeke mezin e ji Turkiyê re, bi taybetî piştî temambûna hêla boriyên Naboko ku, pêdiviye peywendî di navbera herîma Kurdistanê û Turkiyê de hîn bi hêztir bibe û dê zêdetir jî ber pêşveçûnê biçe, li derbarê pêşketina karên kolanê û derxistin û veguhastina jêderên wizeyê ji Kuridtanê di riya Turkiyê re bo cîhanê.

Gulan: vê gavê gelek pirsgirêkên temamnekirî di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hene, wek pirsgirêka Kerkûkê û deverên hevrikî li ser. Bi nêrîna te civaka navdewletî çend piştgiriya Iraqiyan dike ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê?

David Phillips: bê guman civaka nêvdewletî piştgiriya xwe pêşkêş dike. Lê belê îro pêdiviye Iraqî hevdu bigirin û bi hev re kar ji bo çaresekirina pirsgirêkên welatê xwe bikin, Emrîka û civaka navdewletî heta dawiyê hene, xwe nakin nava pirsgirêkên Iraqê de, pêdiviye Iraqî pişt bi xwe pirsgirêkên xwe çareserbikin. Eger Iraqiyan karî vî karî bikin, wê demê dê pêştgiriya berdewam ji aliyên civaka nêvdewletî bi dest xwe ve bînin.

Gulan: li gor nêrîna te Iraqî dê serkeftî bin di vê pirsê de?

David Phillips: ez bi hêvî me ku dê bikarbin.

Gulan: lê belê Kurd ne amadene dev ji Kerkûkê berdin, herweku serokê herêma Kurdistanê dayî xuyakirin ku, Kerkûk hêla sor e ji Kurdan re û hikûmeta Bexdayê jî heta niha xwe baş amade nekiriye ku madeya 140ê bi cih bike. Gelo tu dibînî ku pêdiviye aliyê sêyê jî di nava vê pirsgirêkê de hebe?

David Phillips: pêdiviye di nava Iraqiyan de guftûgo û gengeşe bê encamdan û bi cih anîna mada 140ê di dûstûra Iraqê de û çawaniye çareserkirina vê pirsgirêkê jî gelek aşkere hatiye bas kirin. Serweriya yasayê bendeke li ser hemû Iraqiyan ku pêwîste pê pabend bin û pêdiviye hemû alî jî encaman qebûl bikin.

Gulan: gelo li gor nêrîna te ezmûna herêma Kurdistanê serketiye ji demokrasiyê û pêkve jiyanê?

David Phillips: her ji sala 1991ê herêma Kurdistanê pêşketineka mezin bi xwe ve diye, û hemû başbûna wê jî vedigere bo karê ekterên siyasî.
herêma Kurdistanê nimûna bi hev re jiyanê û aştiyê ye ku, pêdiviye hemû Iraqî li ser riya Kurdistanê herin, û herweha jî herêma Kurdistanê nimûna rojhelata navîn e bo hikûmdariyek Sîkolarizmî û demokrasî.

Gulan: em hezdikin ku tu gotinekê ji vexwendiyên me re bêjî.

David Phillips: peyama min ji vexwendiyên we peyameka teybete:
Ez hêviya aştiyê û bexteweriyê di sala nû de ji we re dixwezim, û herwisa jî hêvî dikim ku, welatî û hikûmeta Emrîka piştevaniya berdewam ji hikûmeta Kurdistan u Kurdên Iraqê re hebe, bi dehan salane dostaniya me hebûye, û eger li Iraqê jî çi çêbibe ev dostaniya me jî wê hertim berdewam be.

Veguhastin ji K.Jêrî: Bijar Şêxmemî
Top